Jimara 30î ya kovara Dilopê derketiye. Di vê hejmarê da mijarên sereke erdhej û hilbijartin e.
Hejmara nû ya Dilopê wekî hejmara mehên Nîsan û Gulan a 2023yan li pêşberî xwendevanan e.
Di vê hejmarê da Ozkan Zulfîkar, Bîlge Seçkîn Çetînkaya, Sedat Yilmaz, Vecdî Erbayî derbarê erdhejên 6ê Sibatê de bi tirkî nivîsine.
Her weha Serpîl Îlgunê derbarê erdhejê de bi Prof. Dr. Hatîce Karakûşê re û disa bi Dr. Zafer Yorukî re, Bulent Ûlûsî jî bi Fotî Benlîsoyî derbarê erdhej û encamên wê de axivîne.
Memed Xetîb Etmankî bi kurdî nivîsek, Welat Dilkenî û Firat Keklîk jî her yekî helbestek li ser erdhejan nivîsandiye.
Di hejmara 30î da wêneyekî ku Fewzî Bîlgeyî derbarê erdhejan de xêz kiriye, hatiye bikaranîn.
Ji bilî van nivîsan her weha Cemîl Ogûzî, derbarê fîlmê Aram Dildarî yê bi navê “Navnîşan”ê de bi kurdî nivîsiye.
Kovara Dilopê kovareka hunerî, polîtîk û çandî ye û du mehên carekê derdikeve.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.