Zanîngeha Artukluyê bang li lêkoler û akademîsyenan dike ku ew gotarên xwe yên derbarê mijara “Edebiyata Zarok û Nûciwanan” da bo wan bişînin û beşdarî vê helkeftê bibin.
Bi salan e Kovara Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mardin Artukluyê ya bi navê The Journal of Mesopotamian Studies derdikeve û weşana xwe didomîne.
Ev kovar dê ji Tîrmeha 2024an pê ve bi sernavê Artuklu Kurdology weşana xwe berdewam bike.
Lijneya berpirsyar ya Artuklu Kurdologyê nîyet e ku ew li ser mijara “Edebiyata Zarok û Nûciwanan” hejmareka taybet amade bikin û biweşînin.
Wan di belavoka xwe da armanca vê xebatê wiha destnîşan kirîye:
Armanca me di vê hejmarê de ew e ku em prosesa pêkhatina edebîyata zarok û nûciwanan, qadên pê re peywendîdar, xalên wan ên hevpar û cuda bi edebîyata giştî re pêşkêş bikin û di gel vê yekê cihê edebîyata zarok û nûciwanan di edebîyata kurdî da destnîşan bikin, geşedana wê û mînakên wê bidin nasîn, nirxandin û berawirdkarîyê tê da bikin û herwiha li ser edîb, şair, berhem û çavkanîyên din ên ku bi Edebîyata Zarok û Nûciwanan re têkildar in, bi awayekî berfireh bixebitin û nîqaşên nû bikin.
Ew bang dikin ku akademîsyen û lêkolîner bi gotarên xwe beşdarî vê hejmara taybet bibin. Ji bo vê hejmarê ji bilî gotarên bi zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî û Soranî) herweha bi zimanên din ên wekî Îngilîzî, Tirkî û Erebî yên din jî dê bên qebûlkirin.
Şert û mercên beşdarî, qeyd, qebûla gotaran û rêbernameya weşanê wiha hatine destnîşankirin:
Gotarên vê hejmara taybet li gorî pîvanên kovarên navneteweyî dê bên nirxandin. Herweha piştî nirxandina hekeman, ev hejmara taybet di meha Kanûna Pêşî ya 2024an de dê der biçe. Ji bo vê hejmarê ji bilî gotarên bi zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî û Soranî) herweha bi zimanên din ên wekî Îngilîzî, Tirkî û Erebî yên din jî dê bên qebûlkirin.Em ji akademîsyen û lêkolînerên ku bixwazin beşdarî vê xebata hevpar bibin, tika dikin ku digel sernav û kurtenivîsa mijara xwe bi edîtor re têkilî danin. Divê gotar herî dereng heta 1ê Çirîya Paşî 2024an li ser rûpela Kovara Lêkolînên Akademîk a Navneteweyî ya Kovara Lêkolînên Mezopotamyayê (JMS) ya li DergiParkê bê barkirin, piştre ji bo nirxandina hekeman dê bê rêkirin. Lêkolînên ku bi serfirazî proseya hekeman derbas bikin, di meha Çirîya Paşî 2024an de dê biweşin.