Ji Xelata Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî ber bi jurîya pêşbirkê ve Yehya Omerî..

Ji Xelata Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî ber bi jurîya pêşbirkê ve Yehya Omerî..
Ji Xelata Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî ber bi jurîya pêşbirkê ve Yehya Omerî..
Botan Times
  • 16 Aralık 2022 15:30

Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku ewê Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî ya 10an çêbe.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku ew pêşbirk bo xwedîlêderketina zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî ye ku Arjen Arî bo wê kedeke muhîm daye.

Li gor daxuyanîyê, di jurîya sala 10an ya pêşbirkê de Yehya Omerî jî heye. Yehya Omerî, di sala 2015an de bi ‘’Anatomîya Demsalên Zer’’, Xelata Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî wergirt. Omerî di sala 2021an de jî dîwaneke din derxist ku navê wê ‘’Nêrgiza Li Defterê Bişkivî’’ bû.

Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor dibêjin rewşa Omerî nîşan dide ku pêşbirk xizmeteke baş dike bo helbesta Kurdî.

Îrfan Amîda, Necla Arî, Lal Laleş, Zahir Kayan endamên din yên jurîya sala 10an in. 

Dosyeyên bo pêşbirka sala 10an divê heta 1ê Nîsana 2023yan jbi kargo yan bi posteyê li ser navê Songül Argünağa ji Yenişehir Mahllesi, Ali Amiri 1. Sokak Nuyap Plaza, Kat:7 No:46 Yenişehir – Diyarbakır re werin şandin.

Encama pêşbirkê dê di 15ê Gulana 2023yan de were eşkerekirin. Di pêşbirka sala 2022yan de, Bahadîn Akhan bi ‘’An jî Gilî û Gotinên li Ser Hatinê’’ bi ser ket. Pêşbirk xêncî xelata helbestê, xelata rûmetê jî dide ku ew jî îsal Ragip Zarakolu sitand.