Ji Uruguayê heta Arjantînê çend agahîyên ser Kupaya Cîhanê

18/12/2022


Federasyona Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) turnuvaya yekem ya kupaya cîhanê di sala 1930î de organîze kir û wê salê Uruguayê kupa bi dest xist.

Xêncî salên Cenga Cîhanê ya Duyê turnuva heta niha çar salan carekê çêbûye.

Tekane tîma ku heta niha ketiye hemî turnuvayan Brezîlya ye ku ew 5 caran bûye şampîyon.

Li dû Brezîlyayê, Îtalya û Almanya 4, Arjantîn 3, Fransa û Uruguay 2, û Brîtanya û Îspanya jî 1 car bûne şampîyonên turnuvayê.

Kaptanê Arjantînê Lionel Messi îsal kupaya cîhanê cara yekê rakir û dawî li karîyera xwe ya li van turnuvayan anî. Pelé ya Brezîlyayî 3 caran kupaya cîhanê rakiriye ku ew rekor e.

Di turnuvayên kupaya cîhanê de, Miroslav Klose bi 16 golan di rêza pêş de ye û li dû wî bi 15 golan Ronaldo yê Brezîlya tê.

Maçên Kupya Cîhanê ya FIFAyê ya 2022yan li Qatarê hatin lîstin. Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an dê li Meksîka, Amerîka û Kanada were organîzekirin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Messi kupaya cîhanê rakir, gol-qral Mbappe ye

Weşana paşê

Mîzahşorên Partîya DEVAyê li dora navê keça Monica Belluci kom bûn