Şam’dan çıktığım akşama dedim Şam-ı Şerif..
Vê gotina ku bala Ahmet Hamdi Tanpınar kişandiye, wexta min nû bihistîbû bala min jî pir kişandibû û ew ne îşê îşan xweşîya min çûbû.
Çinku Şam, ew bajarê ku di Kurmancîya min de bi şekiran cîhê xwe çêkiribû – Şam şekir e – di Tirkî de bi estetîka ehlên mîzah û edebîyatê ketibû halekî xerab.
Bi vê şorê, Şam’dan çıktığım akşama dedim Şam-ı Şerif, mealen dihat gotin ku ti şan û şerefa Şamê tune, şeref ew e ku însan xwe ji wir sax xelas ke, silamet derkeve ji wir û li dû xwe nenêre û here.
Ser xwedîyê vê şorê êpêce gotegot û rîwayet hene ku rast ne-rast yek ji wan min îqna dike, bi min mantiqli tê.
Dibêjin Şam di gûna Emevîyan de merkeza xîlafeta Muavîye bû û terefdarên wî ew bajara pir miqedes dihesibandin û loma jî ser wî bajarî digotin Şama Şerîf. Piştre dibêjin, Osmanliyan jî di dewra xwe de ji xwe re kirin edet, ser wî bajarî werga gotin.
Lê dibêjin jiber ku Şam merkeza neheqîyan bû bo Ehîlbeytan, Elewî hezkirina wî bajarî tew li dera han, ji wir nefret dikirin. Loma dibêjin Elewîyekî ku jibo wazîfeya dewleta Osmanliyan çûye Şamê, şeva ku ji wir derketiye, gotiye Şam’dan çıktığım akşama dedim Şam-ı Şerif; yanî şeva bi şeref bû şeva ez ji Şamê derketim.
Şeveka meha 12an ya 2024an, ez li fûara kitaban ya Diyarbekir, tevî telebeyên Unîversîteya Dîcleyê, Mihemedê Qaxizmanî, Faîkeya Karazî, Janya Berfîna Mêrdînî û Emîrxanê Colemêrgî jibo surprîza ser 50 salîya şairîya Berken Bereh hazirîyê dikim ku xeber tê, pê dihisim Mala Esadan ya bêtirî 50 salan li Şamê hikûm kiriye haziriyê dike ku ji bajêr bireve.
Omer Faruk Baran û xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê di bernameya 50 saliya helbestkarîya Berken Bereh de jê re sûprîzek kirin.
— Botan Times (@BotanTimes) December 7, 2024
Di bernameya hestebar de Berken Bereh, Abdullah Keskîn û bi dehan temaşevan kelogirî bûn
Amadekarên bernameyê @nubihar û @avestayayin bûn. pic.twitter.com/7q3od1SEfg
Tarîxek li Diyarbekir yek li Şamê bi min bêmehne ecêb tê heyat. Eceb dibêjim, eceb Beşar Esadê Elewî jî wê bêje Şam’dan çıktığım akşama dedim Şam-ı Şerif..
Dûra hiş û aqilê min û çavên min bi pirsê û bi westê li xewê hîn bi xulmaşîyê, bi berbangê re ji Washingtonê, ji Mutlu Çiviroğlu dielimim ku Serokê Sûrîye Beşar Esad ketiye û ji Şamê revîye.
Eynî royê radibim berê xwe ji Diyarbekir didim Riha bi otobuseka Bîngolîyan, direvim ji bajêr. Di rê de çavekî li nivîsên Malmîsanij dixim bi Zazakîya xwe ya pir-Kurmanc.
Qey tarîx e, qey tewafuq e, qey tesaduf e qey dîsa Şam: Li nivîsa Malmîsanij ya ser wefata Osman Sebrî rast têm: Osman Sebrî Dinya Xwi Bedilnay. Malmîsanij sala 1982yan bi Rojen Barnas re li Şamê çûye serdana Osman Sebrî û ser wê royê jî paşê wanî nivîsîye:
Yew embazî telefon di xeberi day mi va ‘‘Zanî Osman Sebrî dinya xwi bedilnaya’’. Mi va ‘‘Key?’’, va ‘‘Vanî yewndesê menga desini di.’’ Mi va ‘‘Kamî va?’’ Va ‘‘Sûrîya ra yew embazî telefon kerd, va.’’ ….. Seki na gami bo, hewtê Temmûza 1982 di, yew êrewo teng di ez û Rojen Barnas û yewna xorto Kurd ma Şam di şî key Osman Sebrî.
Nivîskarên Kovara Hawarê, li pey wan şairên Kovara Tîrêjê, li pey wan keç û xortên jibo edebîyatê nû radibin tev bi hev re derbaz dibin di ber çavên min re di rê de, ez ku Kurmancekî katib ji orta Sirûcê ez ku Zazayekî zerrîzîz, çavek li Şamê yek li Kobanîyê, nigek li Riha yek li Diyarbekir.
Omer Faruk Baran
BÎBLÎYOGRAFYA
Malmîsanijî Va û Nuşt, M. Malmîsanij – Amedekarî: Alî Aydin Çîçek û Şadê Agon, Weşanxaneyê Vateyî, 2024
Alevilik İle İlgili Osmanlı Belgeleri, Derleyen: Baki Öz, Can Yayınları, 1997
Beş Şehir, Ahmet Hamdi Tanpınar, Dergah Yayınları, 2019