Partîyên Kurdistanî: Hebûna gelê kurd nas bikin!

24/07/2023

Partîyên Kurdistanî di 100 salîya Peymana Lozanê da bi daxuyanîyeka hevpar ragihandin ku ew peymana Lozanê nas nakin.

Di daxuyanîya li Amedê hat belavkirin da hemû partîyên Kurdistanî xwestin ku hebûna gelê kurd û mafên wan bên nasîn.

Îro 100 salîya Peymana Lozanê ye. Navê roja reş e ya ku rê li ber red, înkar û qetlîamên sed salî li ser gelê kurd vekiriye. Ev sed sal e ku dewletên emperyalîst, bêyî ku îradeya kurdan li ber çavan bigirin, li hev kirine ku Kurdistanê bikin çar parçe. Peymana Lozanê ji bo gelê me navê tarîtî, zilma bêdawî, qirkirin û jenosîdan e. Me ev peyman qebûl nekir û em ê nekin.

Partî û sazîyên başdarî daxuyaniyê bûne:

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)

Partiya Çepên Kesk

Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP)

Partiya Însan û Azadî (PİA)

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)

Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T)

Partiya Azadî

Hereketa Azadî

Komeleyên Kurd ên Şoreşger ên Demokratîk (DDKD)

Komela Şêx Seîd

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd

Peymana Lozanê 24ê Tîrmeha 1923yan bi destê Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japonya, Yewnanistan, Romanya, Yûgoslavya û Tirkiyeyê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hat îmzekirin.

Bi vê peymanê Kurdistan di nava Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê da hate dabeşkirin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Şewata li Yewnanistanê : 40 hezar kes ji cihên xwe hatin tehlîyekirin

Weşana paşê

30 sal in rizqê xwe ji çopê derdixin

Te hay ji vê heye?

Sedat Ulugana: Haya kurdan ji Lozanê û encamên wê tunebû

Sedsal berê 24ê Tirmeha 1923yan Peymana

Têbîniyên Amerîkayê III

Rikdarekî kubar: Kanî Xulam (…) Di

NY: Ji sedî 20ê hilberîna çandinîyê ya Tirkîyeyê zerer dîtîye

Netewên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji

Angelina Jolie dê dawî li karê xwe yê li Neteweyên Yekbûyî bîne

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Angelina