Meseleya zimanî, meseleyeke wisan e ku di ser hemû partî û rêxistinan re ye. Loma jî bêyî cudahî divê hemû derdorên kurdan bi şêweyeke jidil dest biavêjin vî karî û daxwazên mîna statuya kurdî, perwerdeya bi kurdî û di xizmetên gelemperî de bikaranîna kurdî tim di rojevê de zindî bihêlin heta mirad bi van daxwazan bê kirin.
***
Der heqê zimanê kurdî de me navê em bibêjin sal bi sal xwezî bi par yan jî ro bi ro xwezî bi do. Ji ber ku her roja diçe ji kîsî zimanê me diçe, yê kêm dibe zimanê me û pê re jî gencîneya zimanê me ye. Ew gencîne jî di encama serdemên dûr û dirêj de pêk hatiye. Eger ziman nebe ew gencîne jî diqede diçe.
Îsal li gorî par û salên çûyî, hêviya min a li ser xwedîbûna li zimanê kurdî zêdetir bû. Sedem jî ew e ku hem ji ber çalakiyên ji bo dersên hilbijarî hem jî ji ber çalakiyên bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, hewlên di vî warî de pirtir bûn. Ji van qewam û bipêşketinan jî, ji bo min a herî giring daxuyanînameya Komîsyona Ziman û Çandê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bû. Di vê daxuyanînameya berfireh de, ku ji ber Roja Zimanê Dayikê hat ragihandin, amaje bi kirina gelek çalakiyên cur bi cur dihat kirin û ew wek giştîname jî ji hemû rêxistinên Partiyê re hat şandin. Pejirandina van çalakiyan a bi awayekî sazûmanî, dê bibe bipêşketineke giring û dê teqez teqilekê li têkoşîna zimanî bide.
Heta niha ev têkoşîn bi piranî li ser milên çend sazî û kesayetan bû. Ez ne şaş bim cara ewil e bi awayekî wiha berfireh ji aliyê partiyeke siyasî ve biryarên wiha hêja û ew çend jî cidî tên girtin. Meseleya zimanî, meseleyeke wisan e ku di ser hemû partî û rêxistinan re ye. Loma jî bêyî cudahî divê hemû derdorên kurdan bi şêweyeke jidil dest biavêjin vî karî û daxwazên mîna statuya kurdî, perwerdeya bi kurdî û di xizmetên gelemperî de bikaranîna kurdî tim di rojevê de zindî bihêlin heta mirad bi van daxwazan bê kirin. Ji ber mijar hesas e û ew barekî giran e, heta partiya siyasî ya tevgera sereke xwe nede ber vê têkoşînê, dê girseyîbûna daxwazan, çêbûna hişmendiyeke xurt û xemxwariya zimanî jî her qels û lawaz bimîne.
Biryargirtina lidarxistina çalakiyên ji bo zimanê kurdî ya li gelek bajaran a bi awayê navendî gavavêtina pêşî ye, lê pêkanîna van biryaran gava diduyan û ya hîn giringtir e. Ji lew re helwesta DEM Partiyê tiştekî diyarker e da ku ev daxwaz di nav gel û alîgirên wê bi xwe de jî cihgir bibe. Wekî gotina pêşiyên me, bi rastî jî kirineke hêjayî hezar gotinî ye. Ev yek dê hem ji bo hilbijartinên cihkî hem jî ji bo 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê kurdî bibe nimûne. Eger ev biryar û daxwazî di wexta hilbijartinan de berceste bibin dê hîkariyeke baş li girseyê jî bike. Me dît bê çawan ji ber Roja Zimanê Dayikê ji berê bêhtir meş çêbûn, daxuyanî hatin kirin, belavok hatin belavkirin, pankart hatin hilawistin, panel hatin lidarxistin û hin çalakiyên din jî çêbûn. Heta Dem Partiyê li Meclisê civîna xwe ya komê bi kurmancî kir û piştre jî bi kirmanckî, suryanî, erebî, gurcî, lazî û ermenî axiftin hatin kirin. Li Meclisê jî, ji ber vê roja hanê axaftin hatin kirin û bi îmzaya her du hevserokên Dem Pariyê ji bo statû û perwerdeya bi kurdî, ji UNESCO’yê re name hat şandin.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Heta daxwazeke girseyî nebe, rêjeyeke zêde ya gel li wê daxwazê nebe xwedî, fereca biserketinê jî xuya nabe.
Bipêşketineke din jî hema ez li ser xwe bibêjim. Îsal ji bo çalakiyên Roja Zimanê Dayikê ez bêhtir hatim vexwendin û ez pê re negihîştim herim her cihî jî. Salên borî ji bo cihek an jî du cihan gazî me dikirin. Lê îsal saleke bibereket bû. Di çarçoveya vê rojê de serê pêşî 17’ê mehê li Çewlikê, 21’ê mehê li Ruhayê, 23’ê mehê li Stenbol û 25’ê mehê jî ez li Antalyayê bûm. Mixabin min nekarî ez biçûma Colemerg, Sêrt û Hewlêrê jî. Tew li Hewlêrê ji bo du çalakiyên cuda yên li ser zimanê dayikê daxwazî hebû. Îcar min navê ez behsa daxwaza tevlibûna bernameyên televîzyonan jî bikim. Em pê re negihîştin tevî hin bernameyan jî bibin. Hebûn û çêbûna hişyarî û hişmendiya di vî warî de tiştekî pir dilxweşker û dilşadker e. Jixwe derdê me yê bi partî, rêxistin, sazî û ferdên civakê re jî çêbûna vê yekê ye.
Daxwazeke min a din jî ew e ku mijara ziman tu car nebe alav û navgîneke siyasî. Ev xema me, derdê me û hêviya me giştan e. Nabe ew bibe amrazeke têkoşîna ji bo berjewendiyên siyasî. Berjewendiya gelê kurd jî di ser hemû feyde û berjewendiyan re ye. Ziman û nasname, kurd û kurdî jî, mîna goşt û hestî ne. Ziman bi xwe mafekî kolektîf e, ne ferdî ye, her wiha ew mafekî demokratîk, mirovî û çandî yê bingehîn e û ew pêkhênerê aîdiyeta hevpar e.
Tiştê herî giring têkoşîna ji bo xuyabarbûna daxwazan e û gava ev daxwaz ji bingehê, ji xwediyê dozê bi xwe were, ne mimkin e qedemeyên raser û lijneyên karbidest ên partiyan jî vê yekê nebînin û xwe neguherînin. Ji lew re ya esas vîna gel e. Hêza gel heye ku rêza berêtiyan biguherîne, tesîrê li siyaseta xwe bike û rojeva xwe jî diyar bike.
Em di warê perwerde û statuya zimanî de pir dereng mane. Stêra zimanê me zenûn bûye. Zimanê bêxwedî bimîne, xwedî bi xwe xema wî nexwe, dahatûya wî dikeve talûkeyê. Defa hawarê ya zimanê me lê dikeve. Pêdivî bi geşkirin û xurtkirina zimanê me heye. Gava em vî dengî bibihîzin û zendên xwe ji bo zimanê xwe vemalin, dê çiraya zimanê me jî biîse û geş bibe.
Kurd û kurdî bêyî hev nabin. Eger kurdî ji navê here dê piştre kurd jî bibin kesên bi esilê xwe kurd, paşê ew jî namîne dê bibin kesên ji serwerên xwe. Ji bo ev rewş li me neqewime, divê em kurdbûna xwe bi kurdî bijîn û wisan berdewamî bi xwe û xwebûna xwe bidin. Zimanê me nîşana hebûna me ya li vê dinyayê ye, ew dengê pêşiyên me, dengê me û yên peyhatiyên me ye ku divê ew her olan bide.
-
Zana Farqînî, di sala 1967’an de li Farqîna Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Farqînê, lîse û zanîngeh jî li Zanîngeha Stenbolê (beşa civaknasî) xwendine. Mastera xwe jî li ser Çand û Zimanê Kurdî li Enstîtuya Zimanên Zindî yên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Artûkluyê ya Mêrdînê kiriye.
Ew yek ji avakarê Koma Çiya ya muzîkê ye û li gel komê jî di kaseta pêşîn a bi navê “Rozerîn” de wek stranbêj cih girtiye.
Cara pêşîn di kovara Rewşenê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de gav avêtiye nav qada weşangeriya kurdî û di vê kovarê de jî di desteya karê nivîsaran de cih girtiye. Paşê di rojnameya hefteyî Welat de wek redaktor û nûçegihan xebitiye. Piştre di derxistina Welatê Me de cih girtiye û bûye Berpirsê Karê Nivîsaran ê pêşîn û dûre jî bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê vê rojnameyê. Piştî girtina wê, îcar di derxistina Azadiya Welat cih stendiye û bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê pêşîn ê vê rojnameyê.
Ji sala 1997’an heta 2008’an çend dewran di Desteya Kargêriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye û li Enstîtuyê serokatiya Beşa Ziman jî kiriye. Devrekê jî (2011-2013) serokatiya Enstîtuya kurdî ya Stenbolê kiriye. Her wiha Farqînî xelatgirê pêşîn ê Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç e ku ji aliyê heman Enstîtuyê ve di sala 2005’an de hatiye lidarxistin.
Yek ji avakarê Weqfa Mezopotamyayê û endamê Heyeta Miteweliyan a vê weqfê ye. Di gelek kovar, rojname û mecrayên dîjîtal de bi giranî li ser zimanê kurdî di warên cur bi cur de gotar û nivîsarên wî hatine weşandin.
Berhemên wî:
Ferhenga Tirkî-Kurdî
Ferhenga Kurdî-Tirkî
Ferhenga Kurdî Tirkî – Tirkî Kurdî
Lêker û Rastnivîsîna Wan (Ji Aliyê Binyatî ve)
Xebatên kolektîf
Em Zimanê Kurdî Binasin
Muzîka Sarayê ya Kurdî
Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) – Tirkî
Rêbera Rastnivîsînê
Wergerên wî yên ji zimanê tirkî:
Mamosteyê Sêyemîn Xanî
Rastiyên Destana Memê Alan
Xanî û Newroz
Xanî û Memzayên Wî