Ji kîjan partîyê çend jin bûne parlementer

Li gorî encamên ne diyar ên hilbijartina parlamenteriyê ya 14ê Gulana 2023yan, di serdema 28an da tenê 120 jin bûne parlamenter.

Di parlementoyê da 600 kursî hene ji wan 480 kurîsyan mêran bidest xistine.

Ji kîjan partîyê cend ji bûne wekîl

Ji AK Partîyê 50

Ji Partîya Çepên Kesk 30

Ji CHPyê 30

Ji IYI Partiyê 6

Ji MHPê 4

Ji Partiya Karkerên Tirkîyeyê (TIP) parlementereka jin hatiye hilbijartin.

Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

13:10
https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/05/EMEP.jpeg

Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz hem ji wezîfeya serokatiya partiyê hem jî ji partiya xwe îstîfa kir.

Akdenîz li ser hesabê xwe yê Twitterê bi daxuyaniyekî îstîfa xwe ragihand.

Ew bi kurtasî wiha dibêje, “Di pêvajoya ber bi hilbijartinên 14ê Gulanê de hin nîqaşên di navenda partiyê da destpê kiribûn, hin helwest û meylan kir ku ez ji serokatiya giştî, wezîfeya xwe ya partiyê û endamtiya partiyê îstîfa bikim.” 

Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

12:34
https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/05/sindok-oy-secim-hilbijartin.webp

Dengên ku ji bo Hilbijartina Serokkomarîyê û Hilbijartina Serdema 28emîn a Parlamenterîyê hema bêje hemû hatin jimartin.

Li ser hin malperên civakî hatin belavkirin ku dengên Partîya Çepên Kesk li gelek cîhan, an ji MHPyê re an jî ji AKPyê ra hatiye nivîsîn.

CHPyê ji bo hilbijêran sîstemeka avakiriye ku dengdêr dikarin encamên ku ji sindoqên wan derketina kontrol bikin.

Hûn jî dikarin vê lînkê https://sts.chp.org.tr bitikînîn û sindoqa xwe kontrol bikin.

Ger xeletiyek an nakokî were dîtin hûn dikarin bi forma gilîkirinê serlêdan bikin.

Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

11:59
https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/05/IMG_8023.jpg

Li bajarê Colemêrgê Partîya Çepên Kesk 3 parlementeran bi dest xistibûn.

AK Partîyê li ser hev îtîrazî encamên sindoqan dike û dixwaze deng ji nû ve bên jimartin.

Serokatiya Rêxistina AK Partiyê ya Colemêrgê îdia dike ku dengê bi komî hatine dayîn û herwiha li şûna kesên ku neçûne ser sindoqan jî deng hatine bikaranîn.

Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

10:22
https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/05/OY-PUSULA.jpeg

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) diyar kir ku sindoqekê da 233 dengên Partîya Çepên Kesk ji MHPyê ra hatiye nivîsîn.

Li sindoqa bi hejmar 1234 a li Bismilê 233 dengên Partiya Çep a Kesk ji bo MHPê hatine nivîsandin.

Hevseroka HDPa Amedê Gulistan Atasoy gotiye ku gelek rewşên bi vî rengî qewimîne û daye zanîn ku ew dê îtîraz bikin.

Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

09:50
https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/05/IMG_8034.jpg

Hilbijêrên li derveyî Tirkîyeyê dijîn dê di 20ê Gulanê da biçin ser sindoqan.

Li welatên wekî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (ABD), Îngilîstan û Kanadayê hilbijêr dê tenê du rojan karibin dengê xwe bidin.

Berê weke pênc roj hatibû ragihandin lê niha daketîye du rojan.

Di tûra yekem da namzetê serokomarîyê Kemal Kiliçdarogluyî ji Amerîka, Îngilîstan û Kanadayê herî zêde dengan girtibû.

Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

09:31
https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/05/tip.webp

Piştî hilbijartinan yek ji partîya ku herî zêde rexne tê lê girtin jî Partîya Karkerên Tirkîyeyê (TÎP)

Partîya tê gotin bûye sedem ku Partîya Çepên Kesk 12 kursîyên parlementerîyê wenda bike.

Li ser vê mijarê Alîkarê Serokê Giştî yê TÎPê Dogan Ergûn jî gotiye;

Tu partîyeke muxalefetê ji ber tevlîbûna me ya hilbijartinan qursîyên parlementerîyê wenda nekirine.

Xwezî em ji gelek cîhan tevlî hilbijartinan bûbûna.

Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan