Ji Hunermend Xecê Albûmeka Nû : “Guldesteye Ji Stranên Mihemed Şêxo”

09/03/2022

Stranbêj Xecê 10 stranên Mihemed Şêxo xwendine û kiriye albûmek. Navê albûmê jî “Guldesteyek Ji Stranên Mihemed Şêxo” ye. Ji bo bîranîn û hurmeta li gel wî albûm di 9ê Adara 2022yan hatiye weşandin, ku 9ê Adarê roja koça dawîn a hunermendê mezin Mihemed Şêxo ye.

Daxuyanîya hunermendê û Ses Medyayê li jêrê ye:

“Guldesteyek Ji Stranên Mihemed Şêxo”
Xebata albumê ya hunermend Xecê; “Guldesteyek Ji Stranên Mihemed Şêxo”, ew ê di dîroka koça dawîn ya hunermendê nemir Mihemed Şêxo de 09 adara 2022’yan de roja Çarşemê bi etîketa Ses Media Mûzîk li hemû platformên dîjîtalê de cihê xwe bigire.
Vîdeoyên albumê ew ê ji roja Çarşemê pê ve, di 09 adara 2022’yan de li ser kanala youtube ya Ses Media Mûzîk bê parvekirin.

“Projeya Guldesteyek Ji Stranên Mihemed Şêxo” çewa derkete holê?

Yek ji pêşkêşên muzîka nûjen a Kurd Mihemed Şêxo, digel hemû astengiyan, bi têgihîştina berpirsiyariyê û bi honandina hezkirina bêhempa, wek diyarkirina evîna xwe ya li hember welat û civakê muzîka Kurdî honandiye û hemû welat û civaka Kurd kiriye evîndarê xwe. Mihemed Şêxo, bi hêza şîroveya xwe ya bêhempa ji bo hunermendên biyanî jî bûye çavkaniya hunerê, di warê dildariya welat, girêdaniya nirxan û mirovahiyê, bi xwebexşî bûye remza awazî, bi dilnizmî û keda xwe bûye yek ji pêşkêşê muzîka Kurdî. Bi şîroveya xwe ya bêhempa û naveroka xurt Mihemed Şêxo ku her dem rojane ye, ji bo em wî bigihînin guhdarên îroyîn, em ketin nav lêgerînekî. Di vê lêgerînê de; Xecêya ku bi tiniya modern vegotina otantik ji xwe re kiriye armanc leqayî me bû. Di vê hilbijartinê de rêwîtiya muzîkal û hevşibiya tinî ya Mihemed Şêxo û Xecê jî bandorek derxiste holê.

Deh stranên Mihemd Şêxo yên ku bûne kalsîk, bi keda hunermenda me ya hêja ya bi şîroveya xwe ya delal û dengê qedîfe Xecê û hewldana şerîkeya me, em pê şad û bextewer in ku em digihînin we muzîkhezan.

Kunyeya Albuma “Guldesteyek Ji Stranên Mihemed Şêxo.”
Stran:
1- Ay Gewrê 2- Nesrîn 3- Dinya Bu Bihar 4- Ey Felek 5- Bilinde Bejn û Bala Te
6- Were Were Nikmin Rune 7- Perwîn 8- Dilperîşanim 9-Lê lê Ciwanê 10- Xalxalok

Production: Ses Media Mûzîk
Aranjor : Abdullah Karakaş (Hecî Azad) – Keman : Ayhan Beyazdağlı, Hüseyin Dalkıran Baxlema, Ûd, Lavta : Abdullah Karakaş – Ney : Eyüp Hamiş – Mey : Zübeyir Çelebi -E. Gîtar : Baran Karakoç -B. Gîtar : Emrah Doğrul – Klavye : Alper Doymaz -Perkusyon : Pirkemal Barış – Kanûn : Fatih Alaskan – Mîx-Masterîng : Evner Akarcalı Wêne : Lukman Ahmad Sererastkirina Nivîsan: Mehdî Tanrikûlû Grafîk: Hasan Tek

“Guldesteyek Ji Stranên Mihemed Şêxo” lînkên platforma dîjîtal ên albüme :
Ses Media Mûzîk YouTube: www.youtube.com/c/SesMedia
– https://bfan.link/guldesteyek-ji-stranen-mihemed-sexo

  • Spotify: https://spoti.fi/3MxApuN
  • iTunes: https://apple.co/3tzVhZK
  • Deezer: https://bit.ly/35Imcuu
  • https://www.facebook.com/sesmediaresmi/
  • https://www.instagram.com/sesmedia/
  • https://www.twitter.com/Sesmediaresmi “

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan