2 pisîkên di avahiya Galeriayaya Dîyarbekîrê de asê mabûn hatin rizgarkirin.
Piştî erdhêja Mereşê 2 blokên avahiya hilweşiyabûn. 2 blokên ma jî zirareke mezin dîtibû. Ji bo xirakirina wan biryara hilweşandina lezgîn hatibû dayîn.

Lê parastvanên mafên heywanan xebatên ji bo xerakirina Diyar Galeriayayê dabûn sekinandin.
Konseya Mafparêzên Heywanan diyar kir ku di avahiyê de 14 pisîk û kûçik hene.
Ji wan 2 pîsîk duh bi şev ji aliyê ekîbên AFADê ve hatin rizgarkirin.
Bi rojan e parastvanên heywanan ji bo rigarkirina wan heywanên di avahiyê de asê mane li berxwe didin.
Diyar Galerya yek ji zê detirî hezar avahiyan e ku ji ber erdhêjê zerer lê bûye. Du blogên wê di erdhêja yekem û duyem de xera bûbûn.
Di avahiyê de 89 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.