Demîrtaş: Cumhurîyeta Tirkîyê ya me hemîyan e

21/12/2022

Muxalefeta Tirkîyê nîqaşên ser dîyarkirina namzetê opozîsyonê didomîne.

Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ku li Girtîgeha Edîrneyê ye, bi rêka parezerên xwe ji Twitterê ser van nîqaşan daxuyanîyek belav kir.

Demîrtaş bi rêzetwîtekê dîyar kir ku divê armanca wan ser îqtidara milet be û divê ew li dora navan nîqaşên pûç nekin.

”Cumhurîyeta Tirkîyê ya me hemîyan e, jiber vê jî divê em bi berpirsîyan, bo berjewendîyên milet kar bikin, ev wezîfeya me ye.” Demîrtaş nîvîsî.

Wî da zanîn ku di hevkarîyê de luksa kesekî nîn e ku kesekî din tune hesab bike.

Dadgeheke Stenbolê hefteya borî cezayê girtîgehê û qedexeya sîyasî li Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu birî ku wê ji çaxê vir ve nîqaşên ser namzetîya serokomarîyê ya muxalefetê gurtir bûne.

Demîrtaş di hilbijartinên herêmî yên 2019an de bi awayekî eşkere piştgirîya Îmamoglu kiribû.

HDP, ku tifaqa Ked û Azadîyê ava kiriye, dîyar dike ku ger di hilbijartinên serokomarîyê de namzet bi dilê wê be, ewê piştgirî bide.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Zelensky serdana Qesra Sipî dike

Weşana paşê

Ciwanên berzewac bo zêran bikirin ji bankayan kredîyan dikişînin

Te hay ji vê heye?

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Çûkên Li Ber Firê

Rokê serê sibeyê em giş di

Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya di danişîna yekem de serbest bû

Derbarê pênc parlamenterên berê yê HDPê

Dengê jineke Dîlokî li Londonê olan dide

Di her albûmeke wê ya nû