Ji bo Turkovacê bikaranîna lezgîn hatiye pejirandin

Ji bo Turkovacê bikaranîna lezgîn hatiye pejirandin
Ji bo Turkovacê bikaranîna lezgîn hatiye pejirandin
Botan Times
  • 23 Aralık 2021 07:00

Serokomar Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan duhî li Kuliyeya Serokomariyê daxuyanî daye û diyar kiriye ku Turkovac ji bo bikaranîna lezgîn hatiye qebûlkirin û hilberîna girseyî dest pê kiriye.

Di axaftina Erdoganî de bi rêya girêdana zindî bi tesîsa hilberînê ya Turkovacê re hat kirin. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca tevî zanyarên ku li tesîsê di çêkirina derziyê de pêşengîyê dikin diyar kir ku bi taybetî li nexweşxaneyên bajêr dê di nav hefteyekê an jî deh rojan de derzîlêdanê dest pê bike.

Derzî çiqas bi bandor û ewledar e?
Turkovac jî mîna Sinovacê derzîyeka neçalak. Bi hevkariya Zanîngeha Erciyes û Wezareta Tenduristiyê, Serokatiya Enstîtuyên Tenduristiyê yên Tirkiyê (TÜSEB) hatiye çêkirin.

Derzîyên neçalak vîrusa kuştî di nav xwe de dihewîne û bi rêbazên kevneşopî têne hilberandin.

Ceribandin û xebatên Qonaxa 3an ên Turkovacê di dawîya meha Hezîranê de dest pê kiribûn û li ser hezaran kedan hatiye ceribandin.

Endama Komîteya Zanistî ya Vîrûsa Koronayê ya Wezareta Tenduristiyê Prof. Dr. Ateş Kara, di axaftina zindî ye daye zanîn ku li gorî daneyên destpêkê yên ji lêkolînên klînîkî yên derziyê hatine bidestxistin, metirsîya pêketina Coronayê ji bo kesên ku Turkovacê li xwe dixin li gorî derziyên din kêmtir e.

Lewra encamên ceribandina klînîkî jî destnîşan dikin ku kesên ku Turkovac li xwe xistine bi giranî bi Covid-19 neketine an jî di pêketibin jî rewşa wan zêde giran nebûye.

Herweha Profesorê da zanîn ku dema derzîya Turkovacê weka derzîya bibîranînê tê bikaranîn tê dîtin ku asta antîkorên di laşî de zêde dibe. Li gor vê yekê, dema kesên ku du doz derzî li xwe dabin weka doza bibîranînê Turkovacê li xwe dixin antîkorên di laşê wan de 4 qatan zêde dibin.

Gelo li dijî guhertoya Omicronê jî bi bandor e?
Ji bo biryara vê yekê bê dayîn divê zêdetir lêkolîn bên kirin ka gelo Turkovac li dijî guhertoya nû ya coronavirusê, Omicron jî bi bandor e yan na.

Endamê Komîteya Zanistî ya Vîrûsa Koronayê ya Wezareta Tenduristiyê Doç. Dr. Afşîn Emre Kaymaz got ku ji bo fêhmkirina bandoriya derziyê ya li dijî cureya nû dem lazim e.

Çavkanî: BBC*