Ji bo Şaredariya Esenyurtê qeyûm hat wezîfedarkirin

31/10/2024

Wezareta Navxweyî Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ê ku duh bi şev bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin ji wezîfeyê girt û li şûna wî qeyûm tayîn kir.

Wezaretê daxuyanî da û diyar kir ku Alîkarê Waliyê Stenbolê Can Aksoy wek qeyûm ji bo Şaredariya Esenyurtê hat erkdarkirin.

Di daxuyaniya wezaretê de weha hatiye gotin:

“Daxuyaniya me ya Çapemeniyê ya têkildarî Serokatiya Şaredariya Esenyurtê:

“Şaredarê Esenyurtê Ahmet OZERê ku di çarçoveya lêpirsîna bi hejmara 2024/162302 ya Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de ji aliyê dadgehê ve bi tohmeta ku ‘Endamê Rêxistina Terorê ya Çekdar PKK/KCKê ye’ hat girtin. Li gorî xala 127an a Destûra Bingehîn û xala 47an a Qanûna Şaredariyê ya bi hejmara 5393an, ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve weke tedbîreke demkî ji wezîfeyê hat dûrxistin.”

“Li gorî xalên 45 û 46an ên Qanûna Şaredariyê ya bi hejmara 5393an Alîkarê Waliyê Stenbolê Can AKSOY ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve weke qeyûm ji bo Şaredariya Esenyurtê hat tayînkirin.”


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

bianet

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya bianet û Botan Timesê de hatine weşandin.

Weşana berê

Foto-Galerîya fotrafên Arjen Arî

Weşana paşê

Lîstika ‘Sera Pîra’ dê li Amedê li pêşberî temaşevanên xwe be

Te hay ji vê heye?