Dermanên kurmancî: girûz

Dermanên kurmancî: girûz
Dermanên kurmancî: girûz
Beril Caymaz
  • 23 Mart 2023 20:03

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Di rojeka biharê ya Diyabekirê da ber bi sûran ve dimeşim. Ji wextan ber êvarkî ye. Di heman demê da jî îro roja yekem a rojîyê ye. Xelk ji ber rojîyê ji hal ketine û dixwazin bi lezûbez karê xwe biqedînin û xwe bigihînin fitarê.

Çend tableyên seyyarê bala min dikşînin. Li ser tableyan di temsîkan da çîg/ecîn hene.

Ez hinekî din dimeşim. Li kêleka dayikek û keça wê sekinîm. Wan hewl didan ku gîhayên xwe yên ji gundan berhev kirine, bifiroşin.
Ez hinekî li wan dinêrim. Keçik li ser textekî rûniştiye û ji çenteyê li ber xwe gîhayan qevd dike. Dayik ji alîyekî ve hesaban dike, alîyên din ve jî qevdên xwe difiroşe.

Me hinekî sohbet kir.

Dayîka Melek 6 sal in vî karî dike. Van gîhayên ku jê re dibêjin Tûzik û Girûz (li hinek cihan Sorî) bi taybetî di biharê da berhev dikin û li vir difiroşin.

Divê em salê du caran wan gîhayan bixwin. Em wana ji Batman, Dîcle, Hanîyê kom dikin.


Melekê dûbare dibêje ku gîhayê Girûzê derman e.

Jin û meran ku 8-9 sal in zarokên wan çênabin diçin li nexweşxaneyên dermanê xwe digerin lê nabînin. Dema wan gîhayan dixwin zarokên wan çêdibin. Wan gîhana tenê di mehan Adar û Nîsanê da şîn dibin.


Dema fitarê her ku diçû nêzîk dibû. Di carekî da li ber Melekê qelebalixtir bû, Melek dev ji sohbetê berda û  yek bi yek gîhayan xwe bi lêz firot.

Ez ji Melekê dûr ketim. Bi meraq komputera xwe vedikim û li vê gîhayê lêdikolim.

Li gor xelkê Dêrsimê pisîk her carê ku mar dixwe pê ra jî vê gîhayê dixwe ji bo ku ji jehra marî nexweş nekeve.

Xelk wan gîhayan ra ‘dermanên kurmancî’ dibêjin. Ji bo birînên enfeksîyonê tên bikaranîn. Ji bo romatizma û êşa mîdeyê baş e. Ji bo rûvîkan bifêde ye. Piştî ku baş tê kelandin, di nav qumaşê de tê pêçandin û li serê nexweşên epîlepsîyê didin di dema qrîzê da.