Wêjegeh Amed bo bîranîna Mehemedê Nenyasî û Zîlan Tîgrîsê bernameyek saz dike


Navenda Nûçeyan
Çalakiya bîranînê ji bo Mihemedê Nenyasî û Zîlan Tîgrîs
Wêjegeh Amed di beşa “Bîra Hevpar” de vê hefteyê dengbêj Mihemedê Nenyasî û stranbêj Zîlan Tîgrîsê di erdhêjê de canê xwe ji dest dan bibîr tîne.
Di erdhêjên 6ê Sibatê ku bi navenda Mereşê çêbûn li Amedê jî gelek kesan canê xwe ji dest dan.
Ji wan du kes jî dengbêj Mihemedê Nenyasî û stranbêj Zîlan Tîgrîs bû.
Bo bîranîna her du hunermendan dê di 25ê Adarê de li avahiya Wêjegeh Amedê çalakiya bîraninê were li dar xistin.

Mihemedê Nenîyasî kî ye?
Dengbêj Mihemedê Nenîyasî, di sala 1947’an de, li gundê Nenyas ê bi ser Licê ve, di malbateke ku kevneşopa dengbêjîyê tê de geş û zindî bû, ji dayika xwe çêbû ye.
Di dîwanên dengbêjên navdar ên dema xwe de ku bav, kal û apên wî datanîn, bi kilamên dengbêjan mezin bû.
Di sala 2005’an de, li Amedê Mala Dengbêjan hat avakirin û ew û birayê xwe Cemalê Nenyasî bûn dengbêjên nasyar yên Mala Dengbêjan.
Hunermend, di sala 2022’yan de, bi awayekî fermî nasnavê guhêzkarê mîrateya çandî ya ne şênber wergirt.
Cenazeyê wî ji bin avahiya hilweşiyayî hat derxistin.
Zîlan Tîgrîs kî ye?
Zîlan Tîgrîs, di sala 1972’yan de li Amedê, ji dê û bavekî ermen û li maleke ku lê kurdî û ermenîkî dihat axaftin, ji dayika xwe bû ye.
Êya wê Cemîla Xanim, eleqe û nêzikatîyeke zêde nîşanî muzîkê dida û hevaltîya wê bi Ayşe Şanê re hebû.
Dêya wê, bi vê eleqeya xwe ve, piştgirîya keça xwe Zîlan Tîgrîs kir.
Di gava xwendina xwe ya dibistana navîn û lîseyê de, bala wê li ser kilam û stranan bû.
Di sala 1990’î de wekî stranbêj hat hilbijartin ji bo koroya muzîka gel ya ku li Şaredarîya Amedê.
Li Amedê, koroya yekem ya zarokan, koroya yekem ya kevaniyan û koroya ciwanan ava kir û bi salan şeftiya wan koroyan kir.
Hunermend Tîgrîs, di sala 1992’yan de, albumeke bi navê “Îro”, di sala 1998’an de albumeke bi navê “Edlê”, bi tevayî du albumên kurdî, di sala 2018’an de jî, albumeke tirkî ya bi navê “Geliver” amade kir.
Cenazeyê wê jî di bin avahiya hilweşiyayî hat derxistin.