Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Ji bo Îrîs Mozalarê, aktîvîsta LGBTÎ+yan banga piştgiriyê hat kirin

Ji
12/07/2024

“Em ê saet di 19.30an de ji bo aktîvîsta mafên mirovan Îrîsê ku bi awayekî neqanûnî hat girtin, li Operaya Sureyya bin ku Kadikoyê ye.”

Mafparêza LGBTÎ+yan Îrîs Mozalar duh(11 Tîrmehê) êvarê di çarçoveya Xala 216/1em ya Qanûna Cezê ya Tirkan(TCK) de bi îddiaya ku kîn û dijminahî xistiye nava gel hat girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê. Hevalên Mozalarê ji bo piştgiriyê bang kirin.

Komê diyar kir û got, “Em ê ji bo hevala xwe Îrîs Mozalarê dest ji daxwaza azadiyê bernedin” û her weha komê li ser hesabê “Ji Îrisê re Azadî(İris’e Özgürlük)” ragihand ku ew ê îro saet di 19.30an de li ber Operaya Sureyya ya Kadikoya Stenbolê bin.

Rêxistina Bajarê Stenbolê ya Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) jî ku Mozalar endamê wan e banga çalakiyê kir û got, “Em ê nehêlin daxwaza aştî û biratiyê were darizandin. Em ê hevrêya xwe bigirin. “

Sedema girtina Mozalarê jî, parvekirinên wê yên li ser medyaya civakî ne. Di 30ê Hezîranê de piştî îdiaya mêrek ku welatiyê Sûriyeyê ye li Kolana Danişmentgaziya Taxa Melîkgaziya Qeyseriyê zarokekê îstismar kiriye, bûyer çêbûbûn. Di bûyeran de êrişkaran êrişî wesayît û kargehan Sûriyeyiyan kiribû. Mozalarê têkildarî van êrişan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nêrînên xwe parve kiribû. 

Mozalarê di parvekirinên xwe yên li ser hesabê medyaya civakî de diyar kiribû ku ew li dijî êrîşên li dijî penaberan e û destnîşan kiribû ku divê hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn “bi awayekî wekhev dilşad” bin.

Îrîs Mozalar kî ye?

Mafparêz e.

Piştî ku dibistana seretayî û amadeyî li Mêrsînê xwend, ji bo xwendina xwe ya zanîngehê bidomîne çûye Stenbolê.

Xwendekara Beşa Plansaziya Herêm û Bajarî ya Zanîngeha Hunerên Bedew a Mîmar Sînanî ye.

Jiyana xwe ya hunerî bi lîstikvaniya di klîban de dest pê kir û bi performans, modelî û DJbûnê berdewam dike. Femînîst û aktîvîsta mafên ajal û LGBTI+yan e.

Dêrsimî ye û di sala 1999an de li Mêrsînê de ji dayik bûye.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan