Ji bo guherîna siberoja xwe, divê em şêweyê xwe yê hînkirina dîrokê yê ji bo zarokan biguherînin

Ji bo guherîna siberoja xwe, divê em şêweyê xwe yê hînkirina dîrokê yê ji bo zarokan biguherînin
Ji bo guherîna siberoja xwe, divê em şêweyê xwe yê hînkirina dîrokê yê ji bo zarokan biguherînin
Hûrbînî Podcast
  • 1 Şubat 2023 10:31

|| Yuval Noah Harari

Em nikarin zarokan ji dîrokê biparêzin. Li Ukraynayê, bi milyonan malbat ji malên xwe bûn di şerê Vladimir Putinî de. Li Delhiyê, dema germahîyê 50 pîle dîtin, zarok di germa havînê de di xanîyan de asê bûn, nikaribûn bixebitin an bilizîn. Bihayê xwarinê zêde bû, ev yek bû sedema ku zarok li seranserê cîhanê birçî bimînin. Lewma, bêguman dê zarok bixwazin bersiva vê pirsa giring hîn bibin: çima şer henin? Em li ku cih digirin di vê xwezayê de? Pere çi ye û çima ew çend giring e?

Gelek caran zarok di van pirsan de ji mezinan cidîtir in. Tiştên ku mezin ji xwe re nakin xem dipirsin. Û ji bo mezinan bersiva “çima”yê ya ji alîyê zarokan ve hatî dayîn dibe ku wan aciz bike. Lê dîsa jî zarok her li ser wan meseleyan kûr dibin ku mezinan zû de dest jê berdaye.

Tiştê din ku em nikarin zarokan jê biparêzin çîrokên derewîn ên dîrokê ne. Ji berê ve, ciwan marûzî efsaneyan û dezînformasyonê mane, ne tenê derbarê mijarê nû, li ser çîroka bingehîn a mirovahîyê bi xwe jî. —Em kî ne, ji ku hatine û çawa hatine.—

Bo mînak, li welatê min, Îsraîlê, zarokên li dibistanên layîk jî tê de, zarok berîya ku agahîyên derbarê Neandertalan tiştan bibîhizin an resmên şikefta Lascsux û Sulawesê bibînin, Bexçê Bihuştê hîn dibin û resmên Keştiya Nûhî dibînin. Tesîreke vê heye. Mimkun e ku meriv ji fermana Genesisê ya “ser rûyê cîhanê tijî bikin û hukmî lê bikin” heya Şoreşa Pîşesazîyê û krîza ekolojîk a îroyîn rêzeke rasterast bişopîne. Û xeteka din ku meriv dikare yekser bişopîne ew jî ev e ku mijarên dîrokî yên zarokan Rûs li dibistanan hîn dibin û heya dagirkirina Putinî ya Ukraynayê û li pey hatina qeyrana cîhanî ya xwarinê ye.

Ji bo temama naverokê bitikîne

Ev naverok bi partnerîya Hûrbînî Podcast û Botan Timesê hatiye weşandin. Xwedî û berpirsa naverokê Hûrbînî Podcast e.