Ciwanên berzewac bo zêran bikirin ji bankayan kredîyan dikişînin

Enflasyon û qeyrana aborî ya li Tirkîyê tesîr li kirîn-firotana zêr jî kir. Buhayê gramek zêr, ku di sala 2021an de 398 lîre bû, îsal rabû 1088 lîreyan.

Ciwanên berzewac bo zêran bikirin ji bankayê kredîyan dikişînin û bi gazinc in ji vê rewşê, lê zêrfiroş dibêjin buhayê zêr li gor enflasyonê ne zêde ye.

Botan Times ser kirîn-firotana zêran bi zêrfiroş û ciwanên berzewac re axifî.

“Divê gramek zêr 1500 lîra be”

Serokê Odeya Zêrfiroş û Serafan ya Dîyarbekir Mehmet Yuksel dîyar dike ku zêr bi giştî di dawîya salê re buha dibe û dibêje li gor enflasyonê ew buhayê niha kêm e.

Yuksel dide zanîn ku jiber şertên şerî û qeyrana aborî divê gramek zêr niha 1500 lîre be.

Ew balê dikişîne ser wan ciwanan ku bo kirîna zêran kredîyan dikişînin û dikevin bin deynan.

Bo ev rewş biguhere, Yuksel dibêje dewlet ku çawa alîkarî dide karsazan, divê destekê bide ciwanên berzewac jî.

“Êdi nîv-gram zêr dikirin”

Veysî Bîlgîn 10 sal in li Dîyarbekir zêrfiroş e. Bîlgîn dibêje zêrên dawetan, li gor her herêmekê diguhere û dibêje li dora Dîyarbekir, edet zincîreke 1,5 metreyî, 4 cot bazin, 3 gustîlk in ku ew zêrên par 80 hezar lîreyî bûne îsal rabûne 200 hezar lîreyî.

Zêrfiroş Bîlgîn dîyar dike ku jiber enflasyonê edet guherîne û dibêje, berê şerm bû ku yek rib-zêrekî bo daweta nasekî xwe yê dûr bibe, lê niha milet ji nasên xwe yên nêz re nîv-gram zêr dikire.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


”Me bo zêran 200 hezar lîra kredî kişand”

Ayşe, ku nexwest paşnavê wê eşkere bibe, li Rihayê bi meaşê kêmane li marketekê dixebite. Destgirtîyê wê jî li eynî bajarî dişixule û meaşê kêmane distîne.

Her du dibêjin ew salek e destgirtî ne û jiber buhayê zêde nikarin bizewicin.

Ser kirîna zêran, Ayşe dîyar dike ku li Rihayê li gor bajarên din pirtir zêr tê kirîn û ew jî mesrefekî mezin çêdike.

Destgirtîyê Ayşe dide zanîn ku wan nêzî 100 hezar lîrayî kom kirine, lê ew bi vî pereyî bi tenê dikarin hinek eşyayên malê bikirin û mesrefên dawetê bidin.

Ew dîyar dike ku wan 200 lîre kredî kişandiye ku ewê bi wê zêran û hin kêmasîyên xwe yên din bikirn.

”Em bi deynan dizewicin, zehmet e, emê van deynan ancax di demeke dirêj de bidin” destgirtîyê Ayşe dibêje.

”Taleba cîhanê her sal 4 hezar ton zêr e”

Banka didin zanîn ku bi pandemîya vîrusa korona re milet berê xwe daye kirîna zêr û fîyetên rekorî çêbûne.

Taleba bo zêr li cîhanê her sal bi qasî 4 hezar ton e û fîyet pirtir bi wan pîyaseyan bêlî dibe ku bi wade ne.

Nivîskar/rojnameger
Beril Caymaz
Edîtor û nûçegihana Botan Timesê ye. Li Zanîngeha Selçûkê beşa rojnamegeriyê xwendiye. Ji bo Journo, Gazete MLSA, Botan International, PodcastKurdî, Rojnameya 9 Eylulê, Rojnameya 24 Saatê wek rojnamegera serbixwe kar kiriye.