‘Mem û Zîn’ dê cara yekem li Almanyayê bibe Opera

‘Mem û Zîn’ dê cara yekem li Almanyayê bibe Opera
‘Mem û Zîn’ dê cara yekem li Almanyayê bibe Opera
Botan Times
  • 5 Mayıs 2023 08:44

Cara yekem Operaya Mem û Zîn tê amadekirin û di roja 13ê Gulanê da li eyaleta Hessen a Almanyayê were pêşkeşkirin.

Li gorî nûçeya Rudawê Operaya Mem û Zîn dê bi Kurdî were pêşkêşkirin.

Di Operaya Mem û Zînê da dê gelek hunermendên ji neteweyên cuda cih bigirin.

Cem Idiz û Cuma Boynukara ew opera amade kirine.

Kompanya Rain Media ku derhêner Dara Kutlay û Zelal Sever rêveberiya wê dikin, ew demeke dirêje amadekariya Operaya Mem û Zînê dikin,

Derhênerê operayê Îhsan Osman e, Soprano Ozlem Bulut, Tenor Angelo Pollak ligel Piyanîst Fiona Pollak, weke wan gelek hunermendên din têde beşar dibin.

Her sal bêhtirî 100 hezar kes beşdarî Festîvala Navdewletî ya Gulanê ya li eyaleta Hessen a Almanyayê dibin.

Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, şahesereke wêjeya Kurdî ye, ku weke Romeo û Julieta Kurdan tê naskirin, yek ji destanên herî mezin ên Kurdî ye di dîrokê da û berî bêhtirî 300 salan hatiye nivîsandin.

Gelek lêkolîn û şîrove li ser wê destanê hatine kirin û ji bo ser gelek zimanan hatiye wergerandin, lê cara yekemîn ew destana Kurdî dibe Opera û dê li Almanyayê were pêşkêşkirin.