Ji ber koçberan nifûsa Kanadayê di salekê da milyonek zêde bû

Ji ber koçberan nifûsa Kanadayê di salekê da milyonek zêde bû
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

Cara yekem e ku nîfûsa Kanadayê di salekê da ewqasî zêde dibe.

Daneyên Kanadayê nişan dıdın ku nifûsa welatê wan ji 38,516,138an derket 39,566,248an.

Li gor nûçeya BBCyê Kanada ew kesên ku ji şerê Ukraynayê direvin, yên ji ber krîza mirovî ya Afganistanê dixwazin ji welatê xwe derkevin û yên tesîr ji erdhêjên Tirkîye û Surîyeyê dîtine, wek koçber qebûl dike.