Ji ber erdhêjê gelo dibe ku dîroka hilbijartinê bê guhertin?

14/02/2023

Di van rojên ku li herêma erdhejê hîn xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewan dike, tê gotin baskê desthilatdariyê ji bo paşxistina hilbijartinan dest bi xebatan kiriye.

Heta 6ê Sibatê rojeva herî girîng ya Tirkiyeyê hilbijartinên serokomarî û parlementoyê bû.

Lê belê piştî erdhejên li Maraşê ku li 10 parêzgehan bû sedema wêraniyeke mezin, hilbijartin “ji bo niha” ji rojeva hikûmetê û ya mûxalefetê derket.

Niha jî ji ber erdhêjê taloqkirina hilbijartinan di kulîsên Enqerê de tê axaftin.

Erdheja Mereşê li 10 bajaran rasterast bandor li 13,5 mîlyon kesî kir. 

Li herêmên erdhêjê 9 mîlyon hilbijêr henin

Li gorî daneyên hilbijartinên 2018an, li 10 parêzgehên ku ji ber erdhêjê wêran e 8 milyon hilbijêr hene. Niha ev reqam 9 milyonan derbas kiriye.

Tê payîn ku li 10 bajaran nêzîkî 9 milyon hilbijêr ji bo dîyarkirina serokomar û 91 parlementeran biçin ser sindoqan.

Li gorî zagona Tirkiyeyê divê hilbijartin di 18ê Hezîrana 2023an de bên kirin.

Lê belê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di hemû daxuyaniyên xwe yên beriya erdhejê de bo hilbijartinan 14ê Gulanê îşaret kiribû.

Hîkûmet dikare hilbijartinan paşde bixe?

Niha ev tişt tê miraqkirin, lê gelo hikûmet dikare roja hilbijartinê ya ku wek 14ê Gulanê hatibû ragihandin paşde bixe?

Di 9’ê Sibatê de yekem car rayedareke AKPê gotibû, “Di rewşeke wiha de nabe hilbijartin pêk were. Niha dîroka  14’ê Gulanê zehmet e.”

CHP: Ji ber ku şer tune ye, hilbijartin nayê taloqkirin

Li gor Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu taloqkirina hilbijartinan ne mumkun e.

Kiliçdaroglu got, “Destûra Bingehîn pir zelal e. Lê di şert û mercên şer de hilbijartin tê taloqkirin. Ji ber ku şer tune ye, hilbijartin nayê taloqkirin. Kes nikare bi hincetên xwe pîvaneke hiqûqî ya yekta biafirîne.”

Arinç: Ne di meha Gulanê û ne jî di Hezîranê de hilbijartin çênabin

Serokê berê yê Meclîsê Bulent Arinç xwest ku hilbijartin bên taloqkirin.

Arinç gotîbû, “Divê welat di zûtirîn dem de ji stresa hilbijartinan xilas bibe. Ne di meha Gulanê û ne jî di Hezîranê de hilbijartin çênabin.”

Demîrtaş: Darbeyek siyasî ye!

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahatîn Demîrtaş jî dibêje, “Biryara paşxistina hilbijartinan bi awayekî eşkere darbeyek siyasî ye.”

Akşener: Wê di 18ê Hezîranê de çêbibe

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener jî got, “Ez bawer nakim ku hilbijartin bigihêje 14’ê Gulanê, lê ez difikirim ku di  18’ê Hezîranê de çêbibe.

Deva:  Ne Serokomar û ne jî YSK nikarin hilbijartinê taloq bikin

Berdevkê Partiya DEVA Îdrîs Şahîn da zanîn ku ne Serokomar û ne jî YSK nikarin hilbijartinê taloq bikin.

Zagon çi dibêje?

Di xala 78’an a Destûra Bingehîn de tê gotin ku hilbijartin ji ber şer bi biryara TBMMê tenê salekê dikare were taloqkirin.

Yanî li gorî destûre, hilbijartin ji bilî şer ji ber sedemeke din nayê paşxistin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

DFG: 17 journalists died in the earthquake

Weşana paşê

Çavdêriya nûçeyên li ser erdhêjê: 15.02.2023

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya di danişîna yekem de serbest bû

Derbarê pênc parlamenterên berê yê HDPê

Dengê jineke Dîlokî li Londonê olan dide

Di her albûmeke wê ya nû