Ji ber bûyerên li Bursayê 9 kes hatin binçavkirin

Ji ber bûyerên li Bursayê 9 kes hatin binçavkirin
Ji ber bûyerên li Bursayê 9 kes hatin binçavkirin
Botan Times
  • 6 Mart 2023 18:42

Hejmara gumanbarên di çarçoveya lêpirsîna maça Bursaspor-Amedsporê de hatin binçavkirin derket 9an.

Hat ragihandin ku wan kesan ji ber pankartên li standê hatibûn vekirin hatine binçavkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku piştî maçê serokê trîbunê, midûrê emniyetê yê maçê û alîkarê wî, aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji hat hatine girtin.

Çi bûbû?

5ê Adarê li Bûrsayê, di navbera Bursaspor û Amedsporê de maçeke futbolê pêk hatibû.

Rojeke beriya maçê, alîgirên tîma Bursasporê çûbûn ber otela ku futbolîstên Amedsporê lê diman û sloganên nîjadperest berz kiribûn.

Di maça hat lîstinde jî alîgir û rêvebirên tîma Bûrsasporê êrîşî lîstîkvanên Amedsporê kiribûn.

Her wiha ji aliyê alîgirên Bursasporê ve wêneyên torosên spî û endamê JITEMê Mahmut Yıldırım ya bi navê Kesk tê nasîn hatibû vekirin.

Tişta ku li Amedsporê hat kirin, ji aliyê gelek kesan ve wekî êrîşek nijaperestî hatibû binavkirin.