Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Jan Axîn ji bo strana xwe ya Zerîbayê vîdyoklîbek çêkiriye

01/09/2023
Ji kenala Youtube ya Jan Axîn

Hunermend Jan Axîn ji bo strana xwe ya Zebîrayê klîbek weşandiye. Strana Zerîbayê di sala 2018an da derketibû.

Jan Axin piştî albûma xwe ya “Evînên Şikestî” (2005) 13 sal navber dabû û piştî wê navberê albûma xwe ya bi navê “Zerîba”yê (2018) derxistibû. Herwiha berîya wan herdu albûman jî Jan Axîn albûma bi navê “Bajar” di sala 2001ê da derxistibû.

Gotinên stranê ji alîyê Jan Axîn û Mem Bawerî ve hatine çêkirin. Derhinêr û çêkerê klîba Zerîbayê Ali Kemal Çınar e.

Gotinên strana Zerîba

  1. Tu hêsirên evînê, tu xewnên şevan
  2. Tu kulîlka biharê, behna dilînan
  3. Çuqas wext derbasbû ji bo evînan
  4. Dîsa jî min ji bîr nekir hevîyên jîyane
  5. Natirsim ji van şevên xwe yên bêdawi
  6. Ditirsim tu werî lê ez tunebim.
  7. Zerîba zû were, Zerîba zû were
  8. Wenda bûm, wenda bûm di tarîya şeve de.
  9. Ez wek ba digerîyam li ser rûye te
  10. Ez merd û mêrxasim bîne bîra xwe.
  11. Deste min bêrîya destê te dikin
  12. Hişê min li hatina te, pêjna te dikim
  13. Natirsim ji van şevên xwe yên bêdawi
  14. Ditirsim ez werim lê tu tunebî.
  15. Zerîba zû were, Zerîba zû were
  16. Wenda bûm, wenda bûm di tarîya şeve de.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan