Medyaya Îtalyayê îro Pêncşemê radigihîne ku welêt bo rêwîyên ji Çînê testa vîrusa korona jinûve mecbûrî kiriye.
Li gor medyaya Îtalî, testên li Mîlonayê raber dikin ji her du rêwîyên ji Çînê yek bi vîrusa korona ketiye.
Hikûmeta Îtalyayê bang li karbidestên Ewrupî dike ku li seranserê Ewrupayê tedbîran berfireh bikin.
Di demên pêşî pandemîyê de, vîrusa korona tesîreke giran li Îtalyayê kiribû û wî welatî bi mehan tedbîrên berfireh yên karantînayê domandibûn.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.