Îsraîlê, li Xezeyê êrişî kampa penaberan kir

08/08/2024

Di encama êrîşên artêşa Îsraîlê de ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve li ser hev 39 hezar û 699 kes mirin û 91 hezar û 722 kes jî birîndar bûn.

Balafira şer a artêşa Îsraîlê maleke li Kampa Penaberan a El-Bureyc ku li naverastê Xezeyê ye bombebaran kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Nexweşxaneya El-Avdeyê de hat diyarkirin ku piştî êrîşê mirî û birîndar anîne nexweşxaneyê, di êrîşê da 12 Filistînî mirin û gelek Filistînî jî birîndar bûn. Şahidan diyar kirin ku di nav kesên mirine de jin û zarok jî hene.

Li Xezeyê hejmara miriyan derket 39 hezar û 699an

Li gorî daxuyaniya nivîskî a Wezareta Tenduristiya Filistînê ya li Xezeyê, artêşa Îsraîlê di 24 saetan de li Xezeyê çendîn êriş pêkanîne. Di encama van êrişan de 22 filistînî mirin û 93 kes jî birîndar bûn.

Wezaretê diyar kir ku di encama êrîşên Îsraîlê de ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve heta niha 39 hezar û 699 kes mirine û 91 hezar û 722 kes jî birîndar bûne.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

bianet

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya bianet û Botan Timesê de hatine weşandin.

Weşana berê

“Turuncu Kuruyemiş” bûye sponsora Amedsporê

Weşana paşê

Hunerên Berxwedanê û Dawetên Kurdan

Te hay ji vê heye?