Zindî

Îsraîlê li Şamê daye

08/10/2024
Arşîv, unsplash, wêneyên bêtelîf

Ajansên nûçeyan ên Sûrîyeyê û Îranê ragihandine ku Îsraîlê roja sêşemê mûşek avêtine ser avahîyeka li Şamê. Li gorî çavkanîyên Sûriyeyê, di encama vê êrîşê de heft welatî mirine ku di nav wan de jin û zarok jî hene. Avahîya armanc kirî li ser heman rêya balyozxaneya Îranê bûye ku Îsraîlê di meha nîsanê de êrîşî wê jî kiribû.

Rewşa li Libnanê

Îsraîlê leşkerên nû şandine Libnanê û taxên başûrê Beyrûdê yên ku Hizbullah lê serdest e. Hizbullahê jî êrîşên xwe yên li ser bakurê Îsraîlê zêde kirine û nêzîkî 135 mûşek berdane. Fûze li xanîyek li bakurê Hayfayê ketine. Ew bajar ji meznahîyê ve bajarê sêyemîn ê Îsraîlê ye.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu gotiye ku wan du cîgirên rêberê Hizbullahê yê kuştî “ji holê rakirine”, kuştine. Wezîrê Bergirîyê yê Îsraîlê Yoav Gallantî jî gotiye ku Hashem Safieddine, kesê ku dihat payîn cîyê Nasrallah bigire, “bi ihtimaleka mezin hatiye kuştin”.

Zirarên mirovî

Li gorî Wezareta Tendurustîyê ya Libnanê, ji destpêka şerê Xezzeyê ve zêdetirî 2000 kesan mirine û nêzîkî 10,000 kes birîndar bûne. Piranîya van mirin û birîndarbûnan di sê hefteyên dawîyê de çêbûne. Li Xezzeyê jî hejmara miriyan gihiştiye 41,900 kesî û ya birîndaran jî 97,590 kesî derbas kiriye.

Pêşveçûnên dîplomatîk

Rayedarên rojavayî ragihandine ku bazirganê çekên rûsî Viktor A. Bout hewl dide bi milîsên Hûsî re li Yemenê peymanekê çêke.

Balyozê Îsraîlê yê li Neteweyên Yekbûyî jî gotiye ku Îsraîl dê li hemberî êrîşa Îranê ya hefteya borî tolê hilde.

Cîgirê serokê Hizbullahê, Naim Qassem, di axaftineka televîzyonê de gotiye ku ew piştgirîya hewldanên agirbesta pêk tînin.

Wezaretxaneya Derve ya Amerîkayê dîyar kiriye ku ev nîşan dide Hizbullah “li paş maye û êşeke mezin dîtiye”.

Bandora li ser tendurustîyê

Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ragihandiye ku ji 17ê îlonê ve herî kêm 65 karmendên tendurustîyê li Libnanê mirine û 40 kes jî birîndar bûne.


Çavkanî:

  • Gabby Sobelman û Euan Ward, The New York Times
  • James Mackenzie û Maya Gebeily, Reuters
  • Murat Bayram, Botan Times

sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Gundî Çito Dimirin?

Foto: Murat Bayram / BT
Weşana paşê

Hemî berhemên Berken Bereh dê di cildekî da çap bibin