Îsraîlê destûr daye ku alîkarîyên mirovî bigehijin Xezeyê

Îsraîlê destûr daye ku alîkarîyên mirovî bigehijin Xezeyê
Îsraîlê destûr daye ku alîkarîyên mirovî bigehijin Xezeyê
Botan Times

Îsraîlê bi daxuyanîyekê ragihandîye ku dê dêstûrê bidin bi rêya Misirê alîkarî ji Xezeyê re bêne şandin.

Li gorî nûçeya Rûdawê Ofîsa Çapemenîyê ya Serokwezîrîya Îsraîlê ragihandîye ku Kabîneya Ewlehiyê ya Berfirehkirî ya Hikûmeta Îsraîlê biryar daye ku rê li ber alîkarîyan negire.

Di daxuyanîyê da hatiye ragihandin ku “Heta dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê neyên berdan dê Îsraîl destûrê nede ku ji axa wan ti alîkarîyên mirovî biçin Xezeyê.”

Li alîyê din, ji rêxistina Xaça Orê hat xwestin ku dîlên Îsraîlî ziyaret bike.

Ofîsa Çapemenîyê ya Serokwezîrîya Îsraîlê, di daxuyanîya xwe da wiha gotiye ku “Di çarçoveya daxwaza Serok Biden da Îsraîl dê rê li ber negire ku bi rêya Misirê ji bo nifûsa sivîl a li başûrê Xezeyê alîkarîya xurek, av û dermanan here. Divê ew alîkarî bi ti awayî negihin Hemasê. Her tiştê ku here ji Hemasê re dê were astengkirin.”