Îsraîlê piştî êrîşên hewayî yên li ser Libnanê û Hizbullahê, vê carê dest bi operasyona bejahî kiriye. Ev ne cara yekem e ku Îsraîl operasyoneke holê pêk tîne. Lê gelo ev operasyon dê ji yên berê cidatir be?
Dagirkeriya Yekem a 1978ê
Di sala 1978ê de, Îsraîlê cara yekem dest bi dagirkirina başûrê Libnanê kir. Sedemê vê dagirkeriyê êrîşa Rêxistina Rizgariya Filistînê (PLO) li ser otobûsekê li peravan bû. Di vê dagirkeriyê de 2000 şervan û sivîlên Libnanî û 18 leşkerên Îsraîlî mirin.
Dagirkeriya Mezin a 1982yê
Di sala 1982yê de, di dema Şerê Navxweyî yê Libnanê de, Îsraîlê mezintirîn operasyona xwe li dar xist. Armanca vê operasyonê têkbirin an paşdexistina PLOyê bû. Di vê dagirkeriyê de nêzîkî 20,000 kesên piraniya wan sivîl, li aliyê Libnanê mirin. Li aliyê Îsraîlê jî 654 leşker hatin kuştin.
Dagirkeriya 1996ê
Di sala 1996ê de Îsraîlê cara yekem li dijî Hizbullahê operasyon li dar xist. Di vê operasyonê de 13 şervanên Hizbullahê û nêzî 250 sivîl jiyana xwe ji dest dan. Îsraîlê tu zerar nedît.
Şerê 34 Rojan a 2006ê
Di sala 2006ê de, piştî ku Hizbullahê 8 leşkerên îsraîlî kuştin û 2 leşker revandin, şerekî 34 rojan dest pê kir. Di vî şerî de li Lubnanê 1191 kesên piraniya wan sivîl mirin. Li aliyê Îsraîlê jî 121 leşker û 44 sivîl hatin kuştin.
Rewşa Niho
Pisporên leşkerî dibêjin ku dagirkeriya vê carê dê bisînor be, ne wek a sala 1982yê. Lê belê, Hizbullah ne wek Hemasê ye û dikare li ber xwe bide. Ev yek jî dibe ku bibe sedema zerereke mezin ji bo Îsraîlê.
Rewşa Lubnanê ji ya Xezeyê cuda ye. Hizbullah çekdarên baş û stratejîk bi cih kirîne. Ev yek dibe ku bibe sedema berxwedaneke dirêj li hember dagirkeriya Îsraîlê.
——
Çavkanî: BBC, BTyê kurt kiriye û kiriye Kurdî
Wêne: SS, Botan Timesê ji CNBCyê girtiye