Îsraîlê li ser serokê Hamasê Îsmaîl Heniyye daxuyanîyek belav kir û da zanîn ku yên ku Heniyye kuştine, ne ew in.
Berdevekê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari ragihand ku şeva Serokê Hemasê hatiye kuştin wan tenê li Libnanê operasyonek kirîye.
Li gorî nûçeya Rûdawê Berdevekê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari li ser van angaştan axivî dîyar ku wan şeva 31ê Tîrmehê tenê li Libnanê êrişek pêk anîye û di vê êrişê da fermandarê Hizbulahê Fuad Şukir hatîye kuştin.
“Me wê şevê êrişî cihekî din nekirîye”
Daniel Hagari got ku Îsraîl ne li pişta bûyera kuştina Serokê Hemasê ye û li pey çû:
“Me şeva sêşemê (30ê Tîrmehê) êrişî Libnanê kir û me Fuad Şukir di êrişeke asmanî da kuşt.
Ez dixwazim balê bikişînim serê, wê şevê li Rojhilata Navîn ne êrişeke din a asmanî ne mûşek û ne jî dronên Îsraîlê hebûn.”
Fuad Şukirê ku fermandarekî pilebilind ê Hizbulahê bû şeva 30ê Tîrmehê li Beyrûta paytexta Libnanê di êrişeke asmanî da hatibû kuştin.
Piştî kuştina Fuad Şukir bi çend saeta jî Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehrana paytexta Îranê hatibû kuştin.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.