ÎSMEK (Qursên Perwerdehîya Pîşe û Hunerê) di bin banê Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê da qursan dide.
ÎSMEKê 3 sal berê dest bi dayîna dersa kurmancî kiribû, niha jî ji bo kirmanckî/zazakî qursê vedike.
Ji ber ku beşa zazakî (kirmanckî) beşeka nû ye qurs dê di asta destpêkê da vebe.
Zazakî asta destpêkê; Yên ku agahîyên bingehîn ên zazakî nizanin, yên ku dê nû hînî zazakî bibin, di asta herî bingehîn da, ji bo hînkirina peyvên zazakî, xwendin, nivîsandin û sazkirina têkîlîyê û pêşxistina vê ev bername hatiye sazkirin.
Qursên Perwerdehîya Pîşe û Hunerê
Di beşa kurmancîyê da çar beş hene “Kurmancî Asta A1”, “Kurmancî Asta A2”, “Kurmancî Asta A1-A2 Klûba Axaftinê” û “Kurmancî Asta A2 Atolyeya Xwendina Tekstan”.
Li gor bernameyê dersên zazakîyê dê di 8ê Nîsanê da dest pê bike û di 22yê Tîrmehê da bi dawî bibe.
Bernameya dê 96 saetan bidome, yên bixwazin dikarin navên xwe qeyd bikin.
Ders dê rojên şemî û yekşeman di navbera 14.10-17.20an da çêbibe.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.