Îro ji Efrîkaya Bakur bigire heta çend welatên li Rojhilata Navîn li gelek deveran erebî dewsa zimanên neteweyî girt. Farisî jî her çiqas li dijî erebî stratejiyên entelekteulî û edebî bi pêş xistibe jî, li deverên wekî Asyaya Navîn hukmê zimanê xwe kir. Kurdan ne tenê li hember erebî lê di heman demê de li hember farisî û tirkî jî hewl dan di warê ilm, edeb û irfanî de zimanê xwe bikin zimanê sereke.
***
Rexnegirê edebiyatê Nasrullah Pûrcevadî di binbeşa “Felsefeya Dînî û Pîrozkirina Zimanê Farisî” ya kitêba xwe ya bi navê Bûy-i Can de qisseyekê ji kitêba Mûsibetname ya Ettar neqil dike. Wextekî sehabeyekî bi navê Huzeyfa ku rêvebirê Medaînê, paytexta kevin a Sasaniyan bûye, ji Haydar (Hz. Elî) dipirse û dibêje: Gelo dibe ku vî zemanî ji bilî Qur’anê wehiya Heqq hebe? [1] Li gor Pûrcevadî ew pirseke miezzam e û wateya wê ev e: An qewmên ne ereb, îranî jî tê de, ji wehiya Muhammedî ya ku bi zimanê erebî ye mehrûm bimînin yan jî diviyabû Xwedê kelama xwe bi zimanên ji xeynî erebî jî ji qewmên cuda ra şandibûya.
Pûrcevadî bersiva Elî jî giring dibîne. Elî dibêje “Em nikarin bêjin di dema me de ji xeynî Qur’anê wehiy heye, lê ne hewce ye ku zimanê hemû qewman erebî be da ku rastiya vê wehiyê bibihîzin û fêhm bikin.” Bi qewlê Ferîduddînê Ettar her qewmek dikare di behra wehiyê de noq bibe û li gor kapasîteya xwe para xwe jê werbigire: “Xwedê fêhmeke baş daye dostên xwe. Ew bi vê fêhmê tam wekî zuhûra wehiyê, bi kelama Xwedê pê re biaxivin“. Pûrcevadî van risteyan îdia dike û qebûlkirina vê rastiyê ku Xweda bi fêhm û feraset û zimanê dilan ku daye însanan, bi her qewmî re bi zimanê wan diaxive [2].
Ev qisseya ku Ettar hêj di sedsala 13emîn de di kitêba xwe de cih dide nîşana qeyrana zimanê cîhana îslamî ye. Pûrcevadî dibêje, hêj di sedsala 7î û 8î de alimên îranî anîn rojevê ku li gund û bajarên ku piraniya xelkê zimanê wan farisî ye, divê di serî de Kelam (Teolojî), ilmên dînî jî bibin farisî.
Lê Pûrcevadî dibêje ku hewldanên bi vî rengî ji aliyê Ehlê Hadis hate astengkirin ku pêşengê wan Ahmed b. Hanbel bû. Ew hem dijî ilmê Kelamê bûn hem jî dijî zimanê îraniyan bûn ku zanist û fêhmên biyanî bi wan zimanan diketin Îslamiyetê. Bi bandora wan, bikaranina farisî wekî helwestekê li hember sunneta pêxember hatin pênasekirin. Di encamê de kesî newêrî heta nava sedsala 10an di qadên zanistê de berhemên farisî biafirînin.
Cabirî jî di kitêba xwe ya Pêkanîna Eqlê Ereb de dibêje ku di sala 761ê, serdema Xelîfeyê Ebbasî Mensûr de xebateke tedwînê (nivîsîn û berhevkirin) di bin çavdêriya dewletê de dest pê bûye [3]. Vê tedwînê li aliyê hemû unsurên çandî yên ereb yên beriya Îslamiyetê û zimanê erebî di xwe de ber hev kir, lê belê li aliyê din unsurên ne ereb li derve hat hiştin. Di vê senifandin û avakirina şaxên zanistî de hem zimanên ne erebî û hem jî zanistên ku bi riya gelên ne ereb ketin çarçoveya ilmên dînî û felsefî, şansên xwe ji dest dan ku bibin çarçoveya referansê. Li gor Cabirî, tevgera Şu’ûbî (qewmiyet) dijî serdestiya ereban û nijadperestiya dewletê bû.
Pûrcevadî beyan dike ku dora sedsala 10an de piştî lawazbûna Abbasiyan guherînek pêk hat. Qewmên ne ereb dewletên xwe avakirin. Bi piştevanî û hîmayeya wan dewletan zimanên ji bilî Erebî jî vejiyan. Li aliyê din di warê mezhebî de jî bandora Hanbeliyan qels bûye.
Pûrcevadî destnîşan dike ku Firdewsî û Ehmed Xezalî wê serdemê temsîl dikin. Li gor Pûrcevadî, Firdewsî ku di destpêka Şehnameyê de “Min ecem bi vî farisî vejandin“ nivisîbû peymana di navbera çanda îranî ya beriya îslamiyetê û baweriyên îslamiyetê sembolîze dikir. Piştî vê peymanê farisî ket merhaleyeke nû. Ji berê ve tenê zimanê erebî li ber çavên misilmanan wek pîroz hatiye qebûl kirin, lê Şehnameyê rê li ber pîrozkirina farisî jî vekir.
Ji berê ve tenê erebî wekî zimanekî dihat qebûlkirin ku şiyana wî ji bo derbirrîna tecrûbe û halên manewî hebû. Rêya ku Şehnameyê vekir Ehmed Xezalî temam kir. Nêzî sed sal piştî Firdewsî, Xezalî berhemeke farisî bi navê Sevanihu’l Uşşaq (Halên Aşiqan) nivîsî. Sevanih rêwitiyeke mîstîk e ku mirov zanîn û tecrûbeyên wê rêwitiyê îfade dike ku Xwedê bi zimanê xwe wekî îlham bo qelbê wê/î dişîne. Li gor Pûrcevadî ew rêwîtiya sembolîk nîşan dide ku meriv ji bilî erebî jî dikare bi Xwedê re bikeve têkiliyê. Lê li gor Pûrcewadî wateya wê qebûlê ji qada teolojiyê berfirehtir e. Ji ber ku îlham her çiqas ji Qur’an û ji Xweda bê jî, bi tenê bi zimanê ku çand û taybetmendiyên civateka ku pê diaxive were îfadekirin. Gelo ew xal û xusûsiyet ji aliyê dînî ve meşrû ye? Pûrcewadî dibêje ku Ferîduddînê Ettar di seranserê kitêba Mûsîbetnameyê de bi vê pirsê mijûl dibe û bersivekê erênî dide.
Analîzên Pûrcewadî û Cabirî balê dikêşin ku ziman di serdema îslamiyetê de çawan bûye amûrên hakimiyet û kolonyalîzmê. Di wê peywendê de netewetî û oldarî bi çi awayî tên ba hev û hemberî hev. Têkiliya kurdî û kurdan bi îslamiyet û dewletên ku îslam bi awayekî fermî pejirandine re diguhere. Mezheb, dîn û zaravayên ku tên xeberdan di wî warî de roleke giring pêk anîn.
Di navbera sedsalên 15-17an de, di serdema mîrektiyên kurdan, di nav rêvebir û ehlê qeleman de meylek li ser nivîsîna bi kurdî derket meydanê. Rêvebiran kurdî himaye kir û ehlê ilm û qeleman teşwîq kirin ku bi kurdî binivîsin. Di serî de edebiyat, di warê ilmên dînî, gramer û ferhengan de dest bi avakirina lîteratûrekê hatiye kirin [4].
Mixabin ew serdem pir kurt bû û her tim di bin sîtemkariya dewletên Osmanî û Safewiyan de ma. Her cara ku mîrektiyan hêza xwe ji dest didan an qels dibûn, parastina zimanê kurdî û berhemdana bi kurdî jî kêm dibû. Ji ber vê, hejmara berhemên ku di warê ilm û irfan û edebiyatê de bi kurdî hatine dayîn nehatine kemilandin [5]. Coş û hevesa ku di destpêka wê serdemê de hebû, ber bi dawiyê ve cihê xwe bo bedbînî û gazindan hişt.
Di vê serdemê de gelek nav derketin pêş. Dixwazim li ser du ji wan navan hûr bibim: Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî. Bi min her yek ji wan ji aliyê şikestina hin teassubên derbarê bikaranîna kurdî de şikandin. Mela teassuba irfanî şikand ku bihistîn û gihiştîna Xweda tenê bi riya erebî û farisî mimkun qebûl dikir. Xanî di bin siya şahidiya qelsbûn û têkçûna mîrektiya kurdan de ‘tehsîla îlm û hikmeta bi kurdî‘ bi ‘tekmîla dewletê‘ ve girêda.
Ehmedê Xanî li ser sedemên bikaranîn û nebikaranîna kurdî sekinî. Xanî bi Mem û Zînê evîna Mem û Zîn ji xwe kir behane û bi qewlê wê serdemê gazind ji hikmeta Xweda û qedera Kurdan kir. Heyfa xwe bi êş û azara bêrewaciya zimanê kurdî, xweziya xwe bi tunebûna îqtîdarê anî ku bi îksîrê nezerên xwe karibûna mohra xwe li ser zimanê kurdî bixista. Wî ji bilî şi’rê hem ferheng hem jî metnên ilmî bi kurdî nivisîn. Di Eqida Îmanê de hem destpêkek bo ilmê kelamê kir û hem jî hemû sifetên Xwedê bi kurdî nivîsî ku ji bo îro jî cure‘tek e [6].
Çawa ku Xanî xwest ku teassuba edebî bişkîne, beriya wî Cizîrî jî çawa ku Ehmed Xezalî, Ettar û Hafiz ji bo farisî kirine, bikaranîna kurdî/kurmancî de teassûba irfanî û kelamî şikand. Melayê Cizirî di helbestên xwe de îdia kir ku îlhama xwe carinan ji Xweda carinan jî Ruhu’lqudis, ango Cebraîl werdigire.
Mulhimê xeybê we îmla dikirit
Meded û feyzê ji Rûhilqudus în
Yanî Xwedê îlhama xeybê dide û hukmê xwe îcra dike, feyza me jî ji Ruhilqudis yanî Cebraîl e û dibêje:
Ji ‘înayet nezerê xas e ku her mesre’e û beytek
Allah Allah ji çi nûr e di seraya me lebaleb
Bi gotineke din, her rist û beyta me ji Xwedê înayetek ji me re, şi’rên me qedehên tijî avê heyat in.
Allah ji nûra sermedî yek qetreyek da Ahmedî
Şîrînî û remzek we dî medhûşî ma hetta ebed
Ji ber ku Xwedê qetreyek ji nûra xwe daye Melayî, nêrîn û nezera wî guherî.
Lê divê were pirsîn. Ger Mela îlhama xwe ji Xweda werdigire, Cebraîl feyz dide wî gelo bi zimanê Mela, yanî bi kurdî kî diaxive?
Mela ew rêya pîroz ji bo şa’irên kurdan vekir ku jê bawer bin:
Dil Ka’be ye mewla ye lê narê Kelîm îsa ye lê
Bangê enellah daye lê hem Ka’be û hem Tûr e dil [7]
Û hem hewce nebînin ku ji bo ji şi’rên wekî mirwariyê bibin bendeyên deriyê Şîrazê.
Di warê ziman û edebiyatê de tecrûbeyên gelên ne ereb baş nîşan didin ku têkiliyeke kolonyal di alema îslamiyetê de jî hatiye avakirin. Îro ji Efrîkaya Bakur bigire heta çend welatên li Rojhilata Navîn li gelek deveran erebî dewsa zimanên neteweyî girt. Farisî jî her çiqas li dijî erebî stratejiyên entelekteulî û edebî bi pêş xistibe jî, li deverên wekî Asyaya Navîn hukmê zimanê xwe kir. Kurdan ne tenê li hember erebî lê di heman demê de li hember farisî û tirkî jî hewl dan di warê ilm, edeb û irfanî de zimanê xwe bikin zimanê sereke.
Ew pêvajo û hewldan hê jî berdewam in. Bo mînak, van salên dawî zimanê medreseyan hatin guherandin. Di perwerdeyê de cihê kurdî her diçe kêm dibe. Seydayên ku di berê de li ser rêça Xanî û Cizîrî dersên xwe bi kurdî didan, cihên xwe didin “xoce“yên ku erebiya modern xwendine, dersan jî bi erebî û bi tirkî didin. Teassûbeke nû derbarê kurdî de saz dikin. Ji nû ve elameta alim, edîb û arifbûnê bi nivîsîna zimanên sahibrewacan dibe.
Melayê Cizîrî nefeseke îlahî li kurdî pif kiribû û Xanî xwestibû ku vê kurdiyê ji kenarên çiyayan li banê gerdûnê bilind bike. Me nêrîn û nefeseke bi vî rengî divê ku dengekî Xanî û Cizîrî bilind kiribû li gund û bajaran, li deşt û newalan û li serê çiyayan ji nû ve olan bide.
Çavkanî
[1] Nasrullah Pürcevadi, Can Esintisi: İslam’da Şiir Metafiziği, İnsan, 2020, r. 37; Ji bo nîqaşa berfirehtir bnr. Serdar Şengül, “Melayê Cizîrî ve Medreselerde Dîwan Okuma Geleneği”, Kürd Araştırmaları, 2021, https://www.kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-104
[2] H. b., r. 36-37.
[3] Muhammed Âbid Câbirî, Arap Aklının Oluşumu, Mana, 2019, r. 73.
[4] Li ser têkiliya hîmaye û edebiyatê çend xebatên sereke hene, bnr. Yakup Aykaç, “Kürt Mirliklerinde Edebi Patronaj (1514-1846)”, Teza Doktorayê ya Neweşandî, Dicle Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Kürt Dili ve Kültürü Anabilim Dalı, 2020; Zülküf Ergün, Bajar-Edebîyat û Cizîra Botan, Nûbihar, 2017.
[5] Aykaç, h.b., r. 476-484.
[6] Kadri Yıldırım, Ehmedê Xanî Külliyatı: Eqida İmanê Analiz ve Şerhi, İstanbul: Avesta, 2008.
[7] Melayê Cizîrî, Dîwan, Amadekar: Osman Tunç, Nûbihar, 2018.