İSİG: Li Tirkîyê Îsal 1658 Karkeran Canên Xwe ji Dest Dane

Meclîsa Saxlemî û Ewlekarîya Kar (İSİG) rapora ser mirinên karkeran weşand. Ew rapor bi agahîyên ji medya, heval û malên karkeran, pisporên ewlekarîya kar, doktor û sendîka hatiye hazirkirin. Li gor raporê, di 11 mehên pêşî yên sala 2022yan de li Tirkîyê 1658 karkeran canên xwe ji dest dane. Rapor dide zanîn ku 94 jin […]

İSİG: Li Tirkîyê Îsal 1658 Karkeran Canên Xwe ji Dest Dane
İSİG: Li Tirkîyê Îsal 1658 Karkeran Canên Xwe ji Dest Dane
Botan Times
  • 12 Aralık 2022 10:31

Meclîsa Saxlemî û Ewlekarîya Kar (İSİG) rapora ser mirinên karkeran weşand.

Ew rapor bi agahîyên ji medya, heval û malên karkeran, pisporên ewlekarîya kar, doktor û sendîka hatiye hazirkirin.

Li gor raporê, di 11 mehên pêşî yên sala 2022yan de li Tirkîyê 1658 karkeran canên xwe ji dest dane.

Rapor dide zanîn ku 94 jin û 1564 mêran canên xwe ji dest dane ku li gor rêjeyê ew %6 jin in û %94 mêr in.

Ji nav karkerên koçber yên canên xwe ji dest dane, 39 ji Sûrîyê ne, 18 ji Afganistanê û 7 jî ji Turkmenistanê.

Stenbol bi 229 mirinên karkeran di nav bajarên Tirkîyê de li rêza pêş e û li dû wî bajarî bi 71 mirinan Îzmîr tê. Li Riha 32, li Dîyarbekir 21 û li Meletî 18 karker mirine. 

İSİGê Mijdara 2021an de dabû zanîn ku, di 11 mehan de 2017 kesan canên xwe ji dest dane.