Şanogeran li tevahîya Tirkîyeyê duh 27ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanî pîroz kir.
Di salên dawî da li Bakurê Kurdistanê hejmara komên Şanoyê ku bi Kurdî lîstikan dilîzin zêde bûye.
Li kîjan bajarê bakurê çend komên şanoyê hene? Me ji bo we tomar kir.
Li bajarê Amedê : Şanoya Bajêr a Amedê
Şanoya Bajêr a Amedê di sala 1990an da ji alîyê Şaredarîya Amedê ve hat avakirin. Şanoya Bajêr heta sala 2003yan ji ber astengîyên siyasî yên li pêşîya zimanê Kurdî lîstikên xwe bi tirkî lîst.
Piştî sala 2009an koma şanoyê bi zaravayên Kurmancî û Zazakî derket pêşberî şanohezan.
Di Mijdara 2016an da qeyum tayînê şaredarîyê hate kirin û peymana hemû şanogeran hate betalkirin.
Pîştî wê şanogeran di Sibata 2017yan da hatin gel hev û Şanoya Bajêr a Amedê ava kirin û bi şanohezan re hatin li gel hev.
Li Mêrdînê : Şaneşîn Performans
Li Mêrdînê jî di 9ê Sibata 2022yan da hin mamosteyên Kurdî hatin gel hev û Şaneşîn Performansê avakirin.
Koma ku li Mêrdînê bi pêşengîya mamosteyên kurdî hatiye avakirin li bajêr yekem koma Şanoya Kurdî ye.
Li Wanê: ŞanoWan
Li Wanê jî komeke şanoger di bin sîwana “Şano Wan” da xebatên pêk tînin.
Koma ku di sala 2017yan da bi navê “Şanoya Mencel” dest bi xebatan kiribû, di Îlona 2022yan da navê xwe guherandin û kirin ŞanoWan.
Ew li navenda xwe hem lîstikên xwe pêşkêş dikin, hem sehneya xwe ji bo komên ji derve tên jî vedikin.
Li Batmanê: Nîsk Huner
Li Batmanê jî sala borî koma şanoyê ya bi navê Nîsk Huner hate avakirin û ev demeke bi xebatên xwe bal dikişînin ser xwe.
Koma şanoyê lîstikên xwe li ser dika Batmanê ya Yenisahneyê pêşkêş dike.
Yenisahne li navenda xwe ligel lîstikên şanoyê, cîh dide çalakîyên din ên hunerî jî.