Îro 7emîn salvegera Referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê ye

25/09/2024

Di 7emîn salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de Mesûd Barzanî got: Azadî tiştê herî biha yê hebûnê ye lewma berdêla wê giran e.

Barzanî li ser hesaba xwe ya Xê peyamek belav kir û çend risteyên şair Mutenebî nivîsîn:

“Eger hûn ketin nav rûmeta têkoşînê

Bi tiştekî kêmtirî stêrkan razî nebin.”

Prose û geşedanên referandûmê, çi bûbû?

Berî 6 salan di 25ê Îlona 2017ê de, referanduma serxwebûnê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hat kirin û 3 milyon û 305 hezar û 925 kes beşdarî referandumê bûn, ku ji %72 zêdetir e. Di referandumê de 2 milyon û 861 hezar û 471 kesan dengê belê dan serxwebûna Kurdistanê ku ji %92 zêdetir e.

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê 25ê Îlona 2017an hatiye lidarxistin.

Xelkê Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi rêjeyeka ji sedî 93 piştgirîya xwe daye serxwebûna Başûrê Kurdistanê.

Proseya referandûmê

Bi serokatîya Mesûd Barzanî, li bajorokê Pîrmamê yê Hewlêrê sala 2017yan 7ê hezîranê li gel alîyên sîyasî yên Herêma kurdistanê civînek ji bo referandûmê hatiye lidarxistin.

Di civînê da 5ê Îlona 2017an wekî roja sazkirina referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê hatiye destnîşankirin.

Partî û hereketên wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû), Bizava Îslamî ya Kurdistanê (Bizutnewe), Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK), Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Partiya Rêncder û Zehmetkêşên Kurdistanê, Partiya Pêşveçûn û Çaksaziyê ya Kurdistanê, Lîsteya Tirkmen a Hewlêrê, Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC), Partiya Geşepêdana Tirkmenî, Lîsteya Ermenî ya Parlamentoya Kurdistanê, Tevgera Civaka Demokratîk a Asûrî û Meclîsa Asûrî û Keldanî beşdarî di wê civînê da kirine.

Hikumeta navendî ya Îraqê û welatên cîran bertek nîşanî daxwaza serxebûna referandûma Herêma Kurdistanê dane.

Li Herêma Kurdistanê û navçeyên derveyî rêveberîya Herêma Kurdistanê ji bo referandûma serxwebûnê ji dengdaran hatiye pirsîn ku “Hûn dixwazin navçeyên derveyî Herêma Kurdistanê û rêveberiya wê serbixwe bin?”

Di referandûma Serxwebûna Kurdistanê de ya 25ê Îlonê, mafê dengdanê yê 4 milyon û 561 hezar û 255 kesan hebûye.

3 milyon û 305 hezar û 925 kes ji wan jî çûne ser sindoqan.

Ji sedî 72yê xelkê beşdarî referandûmê bûye û 2 milyon û 861 hezar û 471 kesan dengê “Erê” daye.

Di referandûmê de ji sedî 92,73 dengê “Erê” derketîye.

Welatên cîran, yên wekî Îraq, Tirkîye û Îran li dijî referandûmê û encamên wê derketine. Herwiha Amerîka û hin welatên din jî li dijî referandûma serxwebûnê derketine.

Bertek û encamên referandûmê

Parlamentoya Îraqê biryara redkirina encamên referandûmê derxistîye.

Serokwezîrê Îraqê yê wê demê Heyder Ebadî xwest ku “Îraq ji bo parastina yekparçeyîya axa xwe û şerê li dijî tevgerên cudaxwaz hemû tedbîrên pêwîst bigire”.

14ê Îlonê rêveberîya Bexdayê, Parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ku piştgirî daye referandûmê ji kar dûr xistîye.

Bexda, Enqere û Tehranê piştî hevdîtinên di navbera xwe da gefa dorpêçên aborî û ambargoyê li Herêma Kurdistanê xwarine.

Enqereyê esmanê xwe ji bo hatin û çûna di navbera Herema Kurdistanê û Tirkîyê da girtîye. Herwiha, îranê jî derîyên xwe yên sînorî bo Herêma Kurdistanê girtine.

16ê Çiriya Pêşîn a 2017an YNK artêşa xwe ji hinek herêman Kêşaye. Li ser vê yekê jî Heşdî Şeibî û artêşa Îraqê ber bi navçeyên Kurdistanê, ber bi Kerkûk û Xurmatûyê ve çûne. Piştî ku ew derbasî nav deverên Kurdistanê bûne gelek malbatên ku piştgirî dabûne referandûma serxwebûnê neçar dimînin ku ji wir koç bikin.

Wêne: Rûdaw


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Hevşaredara Pasûrê, Sadiye Suer cardî hatiye girtin

Hevşaredara berê ya Kulpê Sadiye Suer ji ber axaftineka xwe ya di

Şertên “proseya çareserîyê” çi ne?

Ev demekî dirêj e behs û xeberên “proseya aştîyê/proseya çareserîyê” rojev e.

Hozan Aydin rakirine nexweşxaneyê

Hunermend Hozan Aydin li Berlînê krîza dilî derbas kirîye, ew rakirine nexweşxaneya