Îro 72emîn salvegera koça dawî ya Mîr Celadet Alî Bedirxan e, Mîr Celadet kî ye?

Îro 72emîn salvegera koça dawî ya zimanzan û nivîskar û damezrênerê alfebaya Kurdî ya bi tîpên Latînî, Mîr Celadet Alî Bedirxan e.

Celadet yek ji lawên malbata mezin a kurdan Malbata Bedirxaniyan bû. Ew wekî pêşengê nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê nasîn.

Celadet Bedirxan di 26ê Nîsana sala 1893an da li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ji dayik bûye. 15ê Tîrmeha 1951ê da, li Şama paytexta Sûriyê koça dawî kiriye. Di 58 salên jiyana xwe da, Celadet di hemû waran da xizmeteke bê hempa pêşkêşî ziman û çand û edebiyata gelê xwe kiriye.

Di warê lêkolînên li ser zimanê kurdî de gelek xebitiye û li surgûn û nefiyê kovarên Hawar û Ronahî weşandiye. Xebatên Celadet bûn bingeha wêjeya kurmancî ya hemdem.

Celadet kurê Emîn Alî Bedirxan û Senîha Xanimê ye. Di jiyana xwe ya siyasî da, Celadet beşdarî gelek çalakiyên neteweperwerane bû, ew endamê Xoybûnê û yek ji damezrînerên wê bû

Piştî ku tevgera rizgarîxwaza Tirk bi serokayetiya Mistefa Kemal bi serkeft, mafên Kurdan hatin berbendkirin, di vê demê da fermana bidarvekirina Emîn Alî Bedirxan û her sê lawên wî derket. Emîn û lawên xwe Sureya çûn Misrê, Kamûran û Celadet jî çûn Almanyayê. Wan li wir dest bi xwendina bilind kir. Celadetî xwendina bilind qedand. Li sala 1930ê, ew hat bajarê Şamê û dest bi xebata niştimanî kir.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Di nav xebata Xoybûnê da endamekê pêşeng bû, ew yek ji beşdar û alîkarên Serhildana Agirî bû.

Mîr Celadet Ji bilî zimanê kurdî bi Îngilîzî, Fransî, Almanî, Tirkî, Farisî, Erebî, Yunanî dizane. Kovarên Ronahî û Hawarê jî bi sernivîskariya wî derdiketine.

Mîr Celadet di jiyana xwe ya rewşenbîrî da ji bilî xebatên kovar derxistinê, gelek pirtûk jî nivîsîn. Her wiha, ji bilî kovarên ku wî derdixistin, di gelek kovarên Kurdî û yên zimanên din da jî nivîsiye.

Ji ber tengasiyên aborî, Mîr Celadet li sala 1950ê li gundê Hecanê, ku nêzî Şamê bû, dest bi karê çandinê kir. Ji bo debara malbata xwe, ew mecbûr mabû karekî wiha bike.

Li Gundê Hecanê ji bo avdana pembûyê zeviyên ku diajot bîreka mezin kola. Di nameyên ku ji malbata xwe ra dinivisîne navê wê bîrê danîbû Bîra Qederê.

Mîr Celadet li 15’ê Tîrmeha sala 1951ê li gundê Hêcanê nêzîkî Şamê çû ser dilovaniya Xwedê û termê wî li kêleka bapîrê wî, Mîr Bedirxanî, li Goristana Mewlana Xalidê Nexşebendî li taxa Kurdan li Şamê hate veşartin.

Berhemên giştî yên Celadet Alî Bedirxanî

– Günlük Notlar (Amadekar: Malmîsanij, bi tirkî)

– De La Question Kurde/Kürt Sorunu Üzerine (Bi frensî û tirkî)

– Were Dotmam (Şiîrên Hawarê) – Kürtçe Gramer (Tevî Roger Lescot)

– Edirne Sukûtunun İç Yüzü (Tevî Kamiran Alî Bedirxan)

– Kurd û Welatê Wan Kurdistan

– Ferheng – (Kurdî-Kurdî)

– Hevind – Bingehên Gramêra Kurdmancî

– Bobi’nin Hatası (Tevî Kamiran Alî Bedirxan)

– Elfabêya Kurdî – Mustafa Kemal’e Mektup

– Gazinda Xencera Min / Çîrokên Hawar û Ronahî

Çavkanî: Wikipedia

Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times