Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Iraqê daxuyanîyek da derbarê êrişên li nav axa Herêma Kurdistanê-Iraq

11/07/2024

Ev demekî dirêj e dewleta Tirkîyeyê li nav axa Herêma Kurdistanê-Iraqê bi hinceta PKKyê êrişan dike.

Di encama van êrişan da zîyaneka xwezayî û malî jî gihîştîye xelkê Herêma Kurdistanê û xelk neçar maye gundên xwe terk kirine.

Di heman demê da duhî bi şev sewkîyat hatîye kirin û wesayîtên zirxî û panzer ji derîyê Serzerê yê Çelê ra derbasî Herêma Kurdistanê bûne.

Li ser van bûyeran Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê li ser hebûna Tirkîyeyê ya li Herêma Kurdistanê-Iraqê daxuyanîyek da.

Li gorî nûçeya Rûdawê Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê êrişên Tirkîyeyê yên li nav axa Iraq û Herêma Kurdistanê red kir û got, “Divê Tirkîye cîrantîya baş li ber çavan bigire.”

Herwiha Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê dê şandeke leşkerî bişîne Herêma Kurdistanê.

Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê ku ji hejmarek wezaret û dezgehên ewlehîyê pêk tê, piştî civîna bi serokatîya Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî civîya derbarê êriş û operasyonên hêzên Tirkîyeyê de, daxuyanîyek belav kir.

Li gorî daxuyanîyê, di civînê da mijarên herî girîng ên ewlehîyê û geşedanên di rojevê da hatin gotûbêjkirin ku di nav wan da “destwerdan û binpêkirinên hêzên Tirkîyeyê yên li navçeyên sînorî yên hevbeş” hebûn.

Di daxuyanîyê da hat ragihandin, “Mijarên herî giring û geşedanên di rojevê da yên derbarê ewlehîyê da hatin gotûbêjkirin. Di derbarê van da biryar û rênîşandanên pêwîst hatin girtin.”

Di daxuyanîyê da hat gotin, “Wan tekezî li ser redkirina hatina hêzên Tirkîyeyê ya nav axa Iraqê kir.

Divê Tirkiye prensîba cîrantîya baş û têkiliyên dîplomatîk bi Hikûmeta Iraqê re bişopîne û di her mijarên ewlehiyê da bi wê re hevahengiyê bike.”

Ji bo agahîyên berfirehtir bitikîne.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan