Îranê fûze berdane Îsraîlê

01/10/2024

Îranê fûze berdane Îsraîlê li telavîvê û gelek bajarên dî dengê zingezinga sîrenan bilid bûye. Li reşiya esmanan agirê ji fûzeyan derdikevin dixweyîn. Hêj ne dîyar e ka ti zerer daye Îsraîlê an na.

Li gor nûçeya Rûdawê Îranê bi sedan fûze berdane. Li gor wê nûçeyê Pasdaran jî daxuyanî daye û diyar kiriye ku wan dest bi êrîşeka bi fûzeyan kiriye.

Herweha ajansê ragihandiye ku Balafirgeha Telavîvê ji ber wan êrîşan hatiye girtin.

Medyaya Îranê: Gelek fûze li axa Îsraîlê ketine

Ajansa Nûçeyan a Îranê, IRNAyê îdia kir ku gelek fûze li axa Îsraîlê ketine: Ji ber gelek fûze bi hev re hatibûn berdan hin li hewa hatine teqandin lê yên dî li axa Îsraîlê ketine.

Amerîkayê çi gotibû?

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Bidenî bi rêya dewleteka bi Îranê re têkiliya wê heyî peyamek ji Îranê re şandiye.

Li gor rojnameya Haaretsê ya Îsraîlê, Bidenî ji Îranê re gotiye heger vê carê ew bela xwe li Îsralê bide, Îsraîl dê Dronan bifirîne û fûzeyan bibarîne.

Piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser Hizbûllahê yên vê hefteyê, edlahî li welatên derdorê neketiye.

Amerîkayê dema ji Îranê re behsa wê yekê kiriye ku ew ê nekare bedena Îranê bigire gotiye “dê zehmet be em wê (Îsraîlê) sînordar bikin.”

Wêne: SS, BotanTimes ji Sky Newsê


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Notên Hefteyê: Çîroka kesên ku nikarin çîroka xwe vegêrînin!

I. Hema wisa! Ez, xwe! Yê ku xwe ji bîr dikim û

Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike

“Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan” e ku li cehalet û nezaniya

Romana Kurdî û Rexne -3- : Helîm Yûsiv, Musayê Qamişlokê û Sykesê Londonê

“Şiîr ji birîna derkirî re diaxive” dibêje John Berger [1]. Gelo roman