Hêzên Îranê daxuyandiye û yên Îsraîlê piştrast kiriye ku Îranê bi fûze û Dronan êrîşî Îsraîlê kiriye. Em agahîyên ji medyaya dinyayê û ya kurdan ji we re kurt û Kurmancî pêşkêş dikin.
Biden: Em ê piştgirîya Îsraîlê nekin ku êrîşî Îranê bike
Serokê Amerîkayê Bidenî ji serokkomarê Îsraîlê Netenyahuyî re gotiye heger ew bi ¨rîşê bersiva Îranê bide Amerîka dê piştgirîya wî neke.
Rûsya: Bila bi rêya dîplomasîyê çareser bibe
BBC
Rûsyayê ragihandiye ku ew ji ber ¨rîşan di fikarê de ne û bangî aliyan kir sist bibin. Di daxuyanîya Rûsyayê de hat gotin: “Em ji bo rewşa heyî bi rêyên dîplomatîk bêne çareserkirin baweriya xwe li dewletên li herêmê tînin.”
Fûzeyeka teqiyayî ya Îranê li Herêma Kurdistanê Ketiye
Rûdaw
Qalikê teqayî yê fêzeyeka Îranê li Akoyana Rewandizê ketiye.
Wezareta Karên Derve ya Îranê bangî Sefîrên Almanya, Qiralîya Yekbûyî û Fransayê kiriye
Wezareta Karên Derve ya Îranê ji ber “kiriyarên ne li gor berpirsiyarîyên xwe” bangî sefîrên Almanya, Qiralîya Yekbûyî û Fransayê yên li Tehranê kiriye.
Sakîn bin!
Wezîrên karên derve yên Qetar, Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ereb û Erebistana Siûdiyê bangî aliyên êrîşê kirine û ew deiwetî sakînbûnê kirine.
Êrîşê Pîroz dikin – Tehran
Hin niştecihên Tehrana Îranê derketine kolanan û êrîşa li ser Îsraîlê pîroz kiriye.
Îran: Bersiva me dê dijwartir be
BBC
Berdevkê Artêşa Îranê diyar kiriye ku heger Îsraîl bersiva wan bi êrîşekê bide bersiva Îranê dê dijwar be. Herweha wî diyar kir ku heger Amerîka beşdarî êrîşê bibe ew ê êrîşî baregehên Amerîkayê yên derdorê bikin.
“Ji Iraq û Yemenê jî hatine berdan”
– BBC
Berdevkê Artêşa Îsraîlê daxuyandiye ku hin fûze û Dronên bi ser Îsraîlê de hatîn teqandin ji Iraq û Yemenê hatine teqandin.
%99ê teqemenîyan negihane Îsraîlê
Îsraîlê bi daxuyanîyekê daye zanîn ku ji sedî 99ê fûze û Dronên Îranê yên bi ser Îsraîlê de hatibê berdan ji beriya bigihin ser axa Îsraîlê hatine teqandin.
Li gor nûçeya BBCyê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Bidenî jî daye zanîn ku ew ê ji bo parastina Îsraîlê tişta pêwîst bike.
Iraq û Ûrdûnê jî daxuyandiye ku wan asîmanê xwe ji bo firînê girtiye. Serokwezîrê Îngilîstanê Rishi Sunakî jî diyar kiriye ku “ew êrîşên Îranê bi şêweyê herî tund şermezar dike.”
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.