Îran: RSFyê, piştî mirina Mahsa Aminîyê zextên li ser rojnamegerên jin destnîşan kirin

Di duyemîn salvegera protestoya hereketa “Jin, Jîyan, Azadî”yê da ku bi mirina Mahsa Aminîyê dest pê kiribû, Rojnamegerên Sînornenas (RSF) lîsteya jinên rojnameger ên Îranê çêkir ku ew rastî zêxtan hatine. Ev rojnamegerên hatine hepskirin û bî kêyfî hatine girtin, ji ber nûçeyên xwe yên wêrek û biisrar ji azadîya xwe bûne.

Bêyî nûçeyên rojnamegerên jin ên Îranê kesên wekî Elaheh Mohammadi û Niloofar Hamed, belkî jî dê haya dinyayê jê nebûya ku 16ê Îlona 2022an xwendekareka bi navê Mahsa Amini piştî desteserkirinê sê rojan miribû, ji ber ku wê laçika xwe nedabû serê xwe hatibû desteserkirin.

RSF balê dikêşe ser dozên rojnamegerên jin ku piştî hereketa “Jin, Jîyan, Azadî”yê, zêdetîrî 100 rojnamegeran di pergala dadwerî û zordar a Ayetula Hameynî da hatine girtin.

Sedemê piranîya wan girtinan, ev bûn: Propagandaya li hemberî dewlet û rejîmê, ewlehîya neteweyê, hevharîya bi welatên din re, nelixwekirina cilên hîcabê, belavkirina derewan li ser medyaya civakî, lihevkombûnên deryasayî û hwd.

Vida Rabbani, Tehran. Rojnamegera medyaya Sada Weeklyê û aktîvîst.
Tarîxa girtina wê: 24ê Îlona 2022an.
Saba Azarpeik, Tehran. Rojnamegera serbixwe, û nûçegihana berê ya Etemad Dailyê.
Tarîxa girtina wê: 9ê Hezîrana 2024an.
Saeedeh Shafiei. Rojnamegera serbixwe.
Tarîxa girtina wê: 31ê Tîrmeha 2023an.
Parisa Salehi. Nûçegihana aborî û rojnameya rojane ya Donyaye Eghtesadê.
Tarîxa girtina wê: 28ê Nîsana 2024an.
Nasrin Hasani. Berpirsa giştî ya weşanê ya daily Seyahat Sharghê.
Tarîxa girtina wê: 4ê Rêbendana 2024an.
Nasim Soltan Beigi. Rojnamegera serbixwe.
Tarîxa girtina wê: 21ê Mijdara 2023an.
Niloofar Hamedi. Nûçegihana Shargh Dailyê, û yek ji wan rojnamegeran ewil a hatîye girtin ku mirina Mahsa Aminîyê kiribû nûçe.
Tarîxa girtina wê: 22ê Îlona 2022an.
Elaheh Mohammadi. Nûçegihana Han Mihan, û tekana rojnamegera ku veşartina Mahsa Aminîyê şopandibû.
Tarîxa girtina wê: 29ê Îlona 2022an.
Nerges Mihemedi. Rojnameger, nivîskar, parêzvanê mafên mirovan û xwedîyê Xelata Aştîyê ya Nobelê ya 2023an.
Tarîxa girtina wê: 21ê Mijdara 2022an.

Wergera ji Ingilîzî: Yonca Sarsilmaz


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


RSF Rojnamegerên Sînornenas

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya RSF û Botan Timesê de hatine weşandin.

Te ev dîtıne?

Di meha Mijdarê de 21 rojnameger hatine desteser kirin – Rapora DFGyê

Li gorî rapora DFGyê ya meha Mijdarê ya sala 2024ê, 21 rojnameger

Rapora RSFyê: Azadîya çapemenîyê li DYAyê kêm bûye

Li gorî rapora nû ya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), rewşa azadîya çapemenîyê
folded newspapers

Du rojnameyên mezin ên Amerîkî dê alîgirîya namzetan nekin

Di hilbijartinên ne dîyar de, Washington Post û Los Angeles Timesê dest