Îranê ji bo 22 hezar xwenîşanderan biryara efûyê daye

Îranê ji bo 22 hezar xwenîşanderan biryara efûyê daye
Îranê ji bo 22 hezar xwenîşanderan biryara efûyê daye
Botan Times
  • 14 Mart 2023 09:30

 Îranê, ji bo 22 hezar kesên ku di xwenîşandanên piştî kuştina Jîna Emînî hatibûn desteserkirin biryara efûyê da.

Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, wan kesên di xwenîşandanan de hatibûn girtin dê serbest bên berdan.

Beriya niha hatibû ragihandin ku rêberê olî yê wî welatî Elî Xamineyî dê kesên ku piştî xwenîşandanan hatibûn girtin beriya meha Remezanê efû bike.

Çi bibû?

13ê Îlona 2022an de keça Kurd a bi navê Jîna Emînî bi hinceta cil û bergên wê ne li gor usulên îslamî ne hatibû desteserkirin.

Pîştî ku keça Kurd dibin çavande hate kuştin li seranserê welat xwepêşandan dest pê kiribûn.

Di xwenîşandanan de bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran çalekvan jî hatbûn desteserkirin.