Salih Nîkbext, parêzerê Kurd yê malbata Jîna Emînî, piştî ku bi tawana “propagandaya dijî hikûmetê” hatibû tawanbar kirin dadgeha Înqilaba Îslamî ya Tehranê cezayê saleka zîndanê daye Nîkbetî.
Li gorî nûçeya VOAyê rêxistinên mafên mirovan, îro Sêşemê 17ê Cotmehê darizandin li şaxê 28ê Dadgeha Înqilaba Îslamî ya Tehranê pêk hatiye û biryara zîndankirina Nîkbext derketîye.
Alî Rezayî parêzerê Nîkbext di daxuyaniyekê de got “Dadgeh bê ku parastina min û Nîkbext di ber çavan re derbaz bike, ev cezayê herî zêde yê ji bo dosyayên wiha biryar da”
Bangkirina Salih Nikbext ji alîyê dadgehên Tehranê ve tam şeş mehan piştî mirina Jîna Emînîyê pêk hatibû.
Li ser daxwaza Îtalatê, ku Nîkbextî propagenda dijî hikûmetê dike, di 3ê meha Adara borî de gilîname hatibû vekirin.
Weşanên dawiyê
- Zindî10/09/2024Rojeva Zindî: 10.09.2024
- Çand û huner10/09/2024Serlêdanên Kreşên Pirzimanî yên Şaredariya Batmanê dest pê kirin
- Çand û huner10/09/2024Amed – Şaredarî ji bo geşkirina edebîyata kurdî dê kargehên wergerê veke
- Çand û huner09/09/2024Lîstikvana kurd Ala Reyanî: Divê em bi xwe destanên xwe bi hunerê vebêjin