Du rojnameger bo demekî kurt hatin desteserkirin û yek ji wan hate girtin. Ji bo yê din jî 5 sal ceza tê xwestin. 5 rojnameger li ser medyaya civakî bûne hedef û hatin tehdîtkirin
1. Cihgirê Serokê Giştî yê Gurên Boz ev kes tehdît kirin ji ber ku ew doza Sinan Ateş dişopînin: İsmail Saymaz, Erk Acarer, Bariş Terkoğlu, Alican Uludağ û Timur Soykan
2. Ji ber nivîsara Rojnameger Tolga Şardan 5 sal cezayê hepsê jê ra tê xwestin.
3. Dadgehê, doza nivîskarê Rojnameya Evrenselê İhsan Çaralanî red kir ji ber ku wext di ser ra derbas bûye.
4. Çêkara belgefîlman Sibel Tekin dê 25,000 TL tazîmant bigire ku 45 rojan hatibû desteserkirin û paşî dîyar bû ku bê sûc e.
5. Rojnameger Sadık Topaloğlu hat desteserkirin û polîs li nava mala wî gerîyan. Sedema desteserkirina wî hêj ne dîyar e.
6. Rojnameger Gönül Yılmaz Saygan li balafirgeha İzmir Adnan Menderesê ji bo demekî kurt hat desteserkirin.
7. Bi hinceta heqaretê ji salekê zêdetir ceza dane Rojnameger Hayko Bağdat ku li serokkomarî kirîye.
8. Du nûçeyên MLSAyê yên li ser girtina rojnamgeran hatin astengkirin.
Ev nivîs ji Xa ‘IPI – The Global Network for Independent Media‘ hatîye wergêran bo Botan Timesê.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.