Rojekê di rojnameya Tercumanê de min xeberek biçûk dît, bi qasî qutîkek niftikê cî dabûnê. Digot: ‘‘Li Diyarbekirê terorîstekî bi navê Bube Eser li qereqolê, ji qata çaran xwe avêtiye û xwestiye întixar bike, lê nemiriye û polîsên me yên qehreman ew zevt kirine!’’ Min got qey hineka dest xistin qirika min, bîna min çikiya! Çûm ber pencereyê.
***
Sibata 1980yan bû. Li gundekî Qersê mamoste bûm. Rojname nedihatin gundî û televîzyon tunebûn. Li dinyayê çi dibû min nedizanî. Her dawiya hefteyê diçûm Qersê. Otêlek hebû lê dimam, min kâtibê wê temî kiribû, rojnameyên dihatin ji min re hiltanî. Xeberên min dixwendin yên hefteyek berê bûn, lê ji bo min pir bi qîmet bûn.
Rojekê di rojnameya Tercumanê de min xeberek biçûk dît, bi qasî qutîkek niftikê cî dabûnê. Digot: ‘‘Li Diyarbekirê terorîstekî bi navê Bube Eser li qereqolê, ji qata çaran xwe avêtiye û xwestiye întixar bike, lê nemiriye û polîsên me yên qehreman ew zevt kirine!’’ Min got qey hineka dest xistin qirika min, bîna min çikiya! Çûm ber pencereyê. Berf dibariya. Katibê otêlê fam kir tiştek bûye. Hat ba min. Bê deng bi min re li derve nerî. Min xebera rojnameyê rê dayê, min got weha li hevalekî min kirine. Xwest ji bo min tiştekî bike. Bi telefona otêlê ez li apê Bûbê Mihemed geriyam. Got, ‘‘Rast e, ji qata çaran avêtin, wextê lê nerîn nemir, îcar nigê wî şewitandin, rê me nadin, miriye an sax e em nizanin, yekî ji ba wî derket ji me re got Bûbê dîn bûye!’’ Katib got, ‘‘Xoce, ew qereqola tu dibêjî, eqrebayekî min lê polîs e, ne tu meriv e lê tu jê re hediyakê bibe belkî fêda wî çê bibe.’’ Min got, ‘‘Ji çi hez dike gelo?’’ Got, ‘‘Ji çaqmaqan pir hez dike.’’ Min di dilê xwe de got, ‘Yê nigê Bûbê şewitandiye, ne ev polîs be!’
Bû sibe ez çûm Diyarbekirê. Wan salan, çaqmaqên ‘îbelo’ pir bi qîmet bûn, li Mêrgahmedê li Pasaja Japonî min çaqmaqeke îbelo kirî û rast çûm qereqolê. Malbat giş li wir bûn. Ez çûm ba wî polîsî. Min silava Katib jê re got, min got li bajarê te, ez mamoste me û min ji te re wek diyarî çaqmaqeke îbelo anî. Pir kêfa wî hat, wextê qapaxa qutiyê vekir çavên wî fireh bûn. Got, ‘‘Hocam, tiştekî tu ji min dixwaze heye?’’ Min jê re behsa Bûbê kir, min got eqrebayê min e, ger îzna te hebe dixwazim bibînim û jê re tiştekî xwarinê bibim . Wecê wî ne xweş bû! Got, ‘‘ Ew kes terorîst e, dîn e, wê tiştekî bi te bike!’’ Min got, ‘‘Na, na tiştekî bi min nake, jixwe di bin kilîdê de ye, ez ê fireyî wî bisekinim. Got, ‘‘Li derve be, ez ê ba te kim!’’
Çend deqe şûnde ba min kir. Polîsekî bi tengala min xist û me xwe bera nezareta binê erdê da. Bûbê, wextê çav li min û polîsê li kêleka min ket wek dîna xwe tewşo mewşo kir. Nigekî wî bi kitanekî spî pêçayî bû. Min kebab dirêj kirê, rahiştê. Min wa hebekî xwe nêzîk kirê, min got, ‘‘Tu çawa yî, tu bi rastî jî dîn bûy an…’’ Got, ‘‘Na, na ez bi qesen weha dikim!’’ û dev li kebaba xwe kir. Polîs ji min re got ‘‘ Wext temam e!’’ Jixwe tiştê min xwestibû, min fam kiribû. Polîs ez dam ber xwe û em derketin jorê. Wextê derketim derve malbat bi ser min de hilşiya. Min got, meraq nekin, Bûbê rehet e, ne dîn mîn e!’’
Ew qereqola polîsan, qata wê ya çaran ciyê işkenceyê bû. Wextê Bûbê digirin, dibin wê derê. Çend polîs bi hev re bênavber lê dixin. Bûbê bînçikyayî dibe û dilê wî disekine. Polîs ditirsin, ji bo ku sucdar nebin, Bûbê di paceya qata çaran da davêjin xwarê û dibêjin ‘‘întixar kir!’’ Li ser betonê, li peyarêka bin paceyê polîsekî ereba xwe park kiriye. Bûbê ji jor de li ser wê erebê dikeve. Carna însan namire! Hewayê tekereyên erebeyê hebekî kêm in, bi çelpîna cendekê Bûbê re, erebe diloqe û çend caran li pey hev bi nermîn datê û hiltê. Ew loqandina erebeyê ji dilê wî re dibe wek dayina elektroşoqê û dilê Bûbê ji nû ve lê dixê.
Bûbê wextê çavê xwe vedike û dinêre li ser erebeyekê ye ecêbmayî dimîne! Dibêje, ‘‘Hela, helaa! Çawa hatim vê derê!?