Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û Ekola Swêdê nivîseke balkêş nivisîye. Herwiha çend pirsên watedar û çend tespitên hêjayê nîqaşê kirine. Bi ya min rexne sîya edebîyatê ye, wekî tê zanîn sî carna dicemidîne, carna jî hênik dike. Rexneya edebîyata me dicemidîne, tenê dicemidîne, ji ber ku tava edebîyata me tava serê sibê ye, hîn germ nake.
Rast e, polemîkên niviskî ne edêtê me ye, nîqaşên fikrî yên sert û hicîv jî ne karê me ye. Ji ber ku qet tunebe sed sal in, amûrên nivîskarên me yên pevçûnê xençer e, ne qelem e. Di pevçûna navmalî de me dev ji qelemê berdaye û em xençerê dişuxilînin. Pişta her nivîskarekî kurd wekî muzeyê ye, muzeya xençeran e. Em ji nivîskarên serdestên xwe îmzayan digirin, lê ji nivîskarên gelê xwe kînê digrin.
Lê dîsa jî di dîroka edebîyat û ramangerîya me de divê em selameke jidil bidin hostayê mezin Şêx Riza Telebanî. Tenê şaîrê mezin bi hicîv û polemîkên hişk serî rakirîbû. Nizanim çima ji bilî Şêx Riza hostayekî din ji nav me derneket! Wiha digot Seyda carekê: “Şêx Riza em û be fesahat le cihan da meşhur / Peseri pîrê nezerkerdeyê Qutbê Lahûr”. Evdila Cewdet jî qelemşûrekî meşhûr bû, feqet li ser mezelê welatê xwe rûniştîbû şîna Bosnayê, Tunayê, Tunusê digirt, “Batum Rus’a gelin gitti, sebep Abdulhamid oldu” digot û diqehirî.
Di qada edebîyata cihanê û ya fikr û ramanê de nîqaşên hîn nivîskaran sûdwer in, ya rastî. Faulkner û Hemingway wekî em zanin bela xwe hev dan. Pevçûna Llosa û Marquez jî meşhûr e. Nîqaşa Foucault û Althusser jî sûdbexş bû.
Lê em? Rast e, pevçûna qelemê di edebîyata me de tune ye. Ji ber ku pirê nivîskarên me qurre ne, kesekî din mixatabê xwe nabîne. Gelek caran rexneyên tûj li min jî hatin kirin, ya rastî. Dibe normal e, feqet ji alîyê bersivdayînê ve ez heta niha îkna nebûme. Ji ber ku micadeleya me, bi serdestên me re ye. Şixulandina qelemê ya navmalî, ji min re giran dihat. Lê ez îro dibînim ku di nava malê de dîyalog lazim e, axaftin lazim e, heta carna pevçûn lazim e. Bê dîyalog, bê axaftin, heta bê pevçûn rêyeke nû ne mumkîn e.
Piştî vê girîzgahê dixwazim rasterast berê xwe bidim mijarê. Adsay derîyê problemeke sereke vedike, ya rastî. Di rexneya wê de îdeolojî cihek navendî ye. Loma dixwazim bipirsim: Baş e çi ye îdeolojî? Çima bo gelên bindest îdeolojî muhîm e? Gelo bê îdeolojî xilasîya gelên bindest mimkin e?
Ya rastî, mijara îdeolojîyê gelek kûr û dûr e. Loma di sînorê vê nivîsê de ez nikarim vê mijarê bi hemû alîyan ve nîqaş bikim. Wekî mînak, Eagleton bi me dide zanîn ku şazdeh penasekirinên cuda yên îdeolojîyê hene. Ji ber vê yekê ne mimkin e ku ez bikevim nava dîrok û penasekirina îdeolojîyê. Tenê dixwazim di vî warî de sekna xwe dîyar bikim. Feqet mijar edebîyat e, loma divê em ji edebîyat û îdeolojîyê zêde dûr nekevin.
Tewandina Marksîzmê
Gava mirovekî bindest xwest li ser koletîya xwe bifikire bivê nevê îdeolojî dikeve devreyê. Gava pirsî û got “çima ez bindest im”, ev pirs îdeolojî bi xwe ye. Tevî vê pirsê, mecbur e pirseke din bipirse û gava got “ez çawa dikarim ji vê koletîyê xilas bim” bersiva vê pirsê jî îdeolojî bi xwe ye. Loma îdeolojî him pirsa ewil a bindestîyê ye, him jî bersiva ewil a xilasîyê ye.
Feqet di nivîsa Adsayê de xuya ye ku sedemê alerjîya îdeolojîyê ne têgeh û dîroka îdeolojîyê ye, sedem sosyalîzm e, marksîzm e. Ya rastî ez vê alerjîyê fêm dikim. Gava mijar were ser kolonîzekirina Kurdistanê, suçên îdeolojîyên gerdunî eyan e. Ne tenê dîroka sosyalîzmê, dîroka islama modern jî di vê mijarê de gunehkar e. Loma gava mijar were li ser kolonyalîzmê bisekine û di vê çarçoveyê de em li dîroka sosyalîzm û metnên sereke yên marksîzmê binêrin Adsay û yên wekî wê difikirin heta cihekî mafdar in. Lê heta cihekî.
Metnên marksîzmê, taybet jî metnên bingehîn pirê caran li hemberî kolonyalîzmê kerr û lal e, rast e. Marks bixwe jî li ser kolonîzekirina Hindîstan û Çînê nivîsên gunehkar nivisîne. Hetta Engels bi xwe di nameyeke xwe de dibêje karkerên ewropî bi saya polîtîkayên kolonîzasyonê dewlemend bûne, ji van polîtîkayan memnun e, loma bê deng dimîne. Dîroka karkerên gelên serdest û hereketên sosyalîzma gelên serdest jî vê rastîyê tesdîq dike. Heta vî cihî Adsay mafdar e.
Feqet em nikarin rola marksîzmê tenê di sîyaset û dîroka gelên serdest de bibînin. Marksizmê mora xwe li tarîx û fikrên bindestan jî xistîye. Herçiqas carna Maksîzm bo karkerên bindest rola afyonê lîstîbe jî, pirê caran marksîzm bo karker û gelên bindest rola alarmê jî lîstîye. Em dûr neçin, di tarîxa me de, em dibînin ku di navbera salên 1950-1980an de Marksîzm û Lenînîzm bo xwendayên me bûye sedema hişmendîyeke nû. Taybet jî prensiba Lenîn a “mafên tayînkirina qedera xwe ya netewan” xwendayên kurd ên modern mest kirîye, ji bo wan ev prensîp bûye stêrka bakur, bi saya prensîbên Lenîn, xilasîya kurdan teorîze kirine. Di bîranîn, kovar, berhem, şiîr û metnên nivîskî de em dibînin ku ev prensîp wekî ayeteke sekuler hatîye bikaranîn. Heta seydayê Cegerxwîn, ev prensîba Lenîn wekî ayet ditîye û estetîze kirîye. Di dîroka ramangerîya me de 1950an şunve em dibînin ku peyva kolonî û têgeha kolonîzasyonê paşê, li du prensîbên Lenîn ketîye rojeva kurdan. Yanî xwendayên kurdan ne bi saya Fanon, Cesaire, Biko, lê bi saya Lenîn, Marx dest bi xebatên azadîya welat kirine. Helbet di vê dîrokê de problemên sereke jî serê xwe derxistîye û hîn jî kêm zêde ev problem berdewam e. Wekî mînakek biçuk, qehremanên Seîd ên Erebê Şemo. Seîd bi saya prensîbên Marks û Lenîn dibe xwedîyê hişmendîyeke nû, doza azadîya welat dike, dewa serfirazîya proleteryayê dike. Lê dawîya dawîn, rojên zivistanê yên herî firtone û xedar, heyata xwe dixe talukê, bo şahîya partîya Sovyetan diçe diharê çîyayê Elegezê, bustê Lenîn datîne ser lutkeya çîyayan. Çima ne Şêx Seîd an jî Seyid Riza, lê Lenîn?
Baş e di vî resmî de ez li ku me? Bi ya min kurd û Kurdistan du caran bindest e. Di serî de Kurd ji ber kurdbûna xwe bindest in. Paşê bi belengazîya xwe bindest in. Belengazîya wan ji kedê zêdetir bi kurdbûnê ve girêdayê ye. Yanê ji ber ku kurd in, loma belengaz in. Sedemên birçîbûn û belengazîya me kurdbûn e, wekî hostayê mezin Celadet Alî di Hawarê de gotîye, em kurd in, loma em feqîr hîştine.
Fanon jî behsa hişmendîyeke cotik dike û heman tespîtê bo gelê Cezayîrê tîne ziman. Sala 1957an, di rojnama El Moudjahid de wiha dibêje: qerektera micadeleya gelê Cezayîrê dualî ye. Bi saya vê micadeleyê Cezayîrî xwe nas dike, qerektera xwe ya neteweyî û çandî bi hişmendîyeke nû, ji nû ve ava dike. Tevê vêya jî, ji îdeal û nirxên şoreşgerîyê sûdê werdigirin. Mirov nikare serxwebûna neteweyê û şoreşa demokratîk ji hev cuda bibîne.
Ji ber van babetan bi min fikra kurdayetîyê nikare teorîya sinifê red bike, ji ber ku kurdayetî çadira bindestan e. Kurdayetî divê ne tenê li ser fikra welatekî azad teorîze bibe. Kurdayetî mecbur e fikra sinifên bindest, fikra azadîya jinan, fikra azadîya insên bihewîne. Chakrabarty di kitêba xwe ya qîmetdar de bi mafdarî teklîfa taşrakirina Ewropayê li me dike. Feqet di vê teorîya xwe de herçiqas pevçûna bi Marks û Marksîzmê pêşnîyarê me bike jî, dibêje em nikarin Marks red bikin. Kerem kin em pê re şer bikin, şerkirina bi wî re rêyên nû li pêşîya me vedike. Rast dibêje, mafdar e.
Ya rastî ez jî li ser vê fikrê me, gelen bindest helbet divê bi Marks re pev biçin, pê re bikevin nav nîqaşên hişk, lê em nikarin Marks red bikin. Loma bi giranî ez jî wekî Cesaire difikirim, “Marks temam e, lê divê em Marks temam bikin”. Hetta mina di hevpeyvîneke xwe de jî gotibû Marks temam, lê divê em Marks bi Xanîyê mezin temam bikin. Li welatê bindest tewandina Marksîzmê şert e.
Tam jî li vir dixwazim çend pirsan li Adsayê bikim û vegerim ser îdeolojî û edebîyatê. Wekî em zanin, Gokalp bo gelê Tirk “sinif tune ye, meslek heye” û herwiha “kutleyeke bê îmtîyaz û bê sınıf” dianî zimên. Hereketa kadroya kemalist jî herwiha ji Gokalp dest girtibû û digotin ferq û şerên sinifan tuneye, dewlet heye, gelperwerî heye. Netewperwerîyek bi redkirina sinifan, bi solîdarîzmeke razber wê çi bide kurdan? Netewperwerîya bindestan (di warê teorîya sinifan de) çima wê bişibe ya serdestan? Û ji redkirina sinifan, ji înkarkirina Marks wê çi bikeve para me? Adsay, dixwaze çi pêşnîyarê li sinifên bindest ên Kurdan bike? Hertim reva ji sosyalîzmê pêşnîyar dike, çima carekê qala kapîtalîzmê nake? Ma qet suçê kapîtalizmê tuneye? Çima ji kapîtalîzma bajarê Amedê re tiştek nabêje, bêhizur nîne? Ew kapîtalîzma li Kurdistanê wekî ew jî dizane bingeh û hevkarê pergala kolonyalîteyê ye. Çima cihê Adsayê li ser sifreya belengazan nîne? Gava li Baxlarê, Xançepekê dimeşe çi dibîne? Çima li hemberî gundîyan, li hemberî birçîyan bi hêrs e? Ma ew jî wekî şoreşgeran her tiştî dihêle piştî şoreşê?
Netewperwerîyeke çawa dide pêşîya me? Wekî ji dîrokê em zanin netewperwerî wekî avê ye bikeve kîjan şerbik û surahîyan şiklê wî digire. Netewperwerîya islamî, netewperwerîya çepgir, netewperwerîya rastgir, netewperwerîya çînîya ortê hwd. Eyan e, netewperwerîya çepgir hez nake. Baş e çi pêşnîyar dike bo bindestên kurdan?
Vê dawîyê dibînim ku Adsay nexasim li ser cihuyan dixebite, wergerên baş jî dike. Baş e netewperwerîya cihuyan û ya me çiqas dişibe hev? Ya diduyan netewperwerîya cihuyan carna bi komkujîyan û bi kolonyalizmeke darwînist xwe nû dike. Netewperwerîya bi kirasê komkujîyan çiqas meqbul e?
Li alîyê din ji şoreşa Fransîyan û ji vir ve, di nava civakên bindest de helbet tirsa şoreşgerîyê heye û li hemberî guhertinên bêkontrol muteyakkiz in. Tirsa ji îdeolojîyê û heta reva ji îdeolojîyan jî li ser van esasan tên teorîzekirin. Feqet vê dawîyê redkirina îdeolojîyan zêdetir bi rastgirîya nû ya populîst re têkildar e. Niha em dibînin ku dijbertîya penabertîyê, hereketên faşizmên nû, dijmintîya jinan li ser populîzma rastgirîya nû hatîye avakirin. Bi ya min reva ji îdeolojîyên bindestîyê lêgerîna efendîyekî nû ye, ya girîngtir jî ew e ku redkirina îdeolojîyan, jixwe îdeolojî bi xwe ye. Vê dawîyê gelek heval dibêjin “ji me re îdeolojî lazim nîne, ji me re welatekî azad lazim e”. Helbet ez vê hestê fêm dikim, nas jî dikim. Feqet ev hest antî-polîtîk e, bê rasyonalîte ye, totolojî ye. Heta ev formulasyon betalkirina logosê ye û dawetkirina mîtosê ye. Bo azadîya Kurdan aqil lazim e, teorî lazim e, hereket û îdeolojî lazim e, ya herî muhîm logos lazim e. Ma em dikarin biletekê bistînin û herin welatekî azad û azad bibin? Na ne mimkin e. Ne mimkin e, çimkî rêya azadîya kurdan û rêya statuya welêt ji teorî û ji îdeolojiyên bindestîyê derbas dibe. Civaka kurdan du sed sal in li ber xwe dide loma civateke westîyayî ye, nexasim westîyayê olê û şoreşgerîyê ye. Loma lêpirsînek wiha normal e. Feqet di vir de tiştê min ditirsîne populîzma rewşenbîran e, populîzma antî-kolonyalîzmê ye. Ez bi xwe vê populîzmê taluke dibînim. Ji ber ku cihê populîzm lê be çepik heye, çolbir heye, hestîyarî heye. Hereketên populîst xeyalên vik û vala didin gel, li hemberî wî aqil û feraseta wan werdigrin. Xîyalên wan ên azadî û wekhevîyê ji xwe re dikin paldank û li ser rûdinin.
Îdeolojîyên edebîyatê
Piştî van tespîtên kûr û dûr divê em vegerin ser qada edebîyatê û em behsa pêwendîyên îdeolojîyan û yê edebîyatê bikin. Gava em behsa îdeolojî û edebîyatê dikin, bivê nevê divê em ne behsa îdeolojîyekê lê behsa îdeolojîyan bikin: îdeolojîya gelemperî, îdeolojîya edebîyatê, îdeolojîya nivîskaran, îdeolojîya estetîkê, îdeolojîya metnê, hetta îdeolojîya qerekterên metnê.
Şakiro di klama Dêran de digot “.. Herçî hespên ji meydanê têne nava malan, ez ji te re sond bixwim, zînê vala, zengî bi xwîn” e. Pirs ev e: gava nivîskar bi her awayî şirîkê vê sehneyê be çawa dibe? Yanê mijar ne tenê sekna nivîskar e, mijar rewşa gelên bindest e, mijar koletîya sed salan e, mijar zengîya bi xwîn e û hetta û hetta mijar çûyina gêjo ye.
Helbet mijar gava tê ser îdeolojî û edebîyatê berfireh dibe. Loma mijar muqayeseya Rusya û Kurdistanê ye, mijar muqayeseya Dostoyevski û Cewerî ye. Ji ber ku nivîskarekî kurd gava qerekterên Dostoyevski, bike qehremanên doza miletekî bindest bivê nevê bi pirseke wiha re mixatab dibe: gelo qerekterên Dostoyesvki dikarin barê miletekî bindest ragirin. Bi ya min ne mimkin e. Wekî mînak rewşenbîrê Gundê Stepançikovo Foma Fomiç derkeve serê çîyayê Bagokê û dewa Kurdistanê bike, teqez dê yan întihar bike, yan jî dê bixwaze fransî fêrî hevalê xwe bike, ji ber tehekkuma rewşenbîrîya xwe, dê ji alîyê hevalê xwe ve bê kuştin.
Li alîyê din, madem mijar ekola Swêdê û îdeolojî ye, divê em çend tiştan li ser vê mijarê jî bînin zimên. Serdar Şengul di axaftina xwe ya Chalak Eventsê de piçek behsa vê nîqaşê kirîye û tiştekî baş bi bîr xistîye. Mehmet Uzun bi navê Hêz û Bedewîya Pênûsê kitêbek nivîsîye, lê ev kitêb li Tirkîyê û li Kurdistanê heta niha nehatîye çapkirin. Ecêb e, balkêş e, trajedî ye. Kitêb ji nivîsên Uzun pêk hatîye, Firat Cewerî pêşgotineke muhîm jê re nivisîye. Di pêşgotinê de Cewerî bi comerdî behsa girîngîya vê kitêbê û pesnê edebîyat û kesayeta Uzun dike. Di kitêbê de em dibînin ku Mehmet Uzun edebîyatê dinirxîne, li ser Osman Sebri, li ser Apê Musa û Marquez dinivîse, rexneyên têra xwe îdeolojîk dike. Zêdetir behsa mafên kurdan û dijmintîya dewletê dike. Bi xwendina min ev kitêb, di nava berhemên wî de ya herî antî-kolonyal e, heta metin ji gelek alîyan ve dişibe sekna nivîskarên Hawarê. Tam di vir de pirseke gelek muhîm derdikeve pêşberî me: gelo çima Mehmet Uzun hema em bêjin hemû kitêbên xwe ji nû ve li Tirkîye û Kurdistanê çap kirine, ev metn çap nekirîye? Çima nivîskarek bindest û afirîner, nivîsên xwe yên rexneyî, gotarên îdeolojîk û antî-kolonyal naxwaze çap bike, heta vedişêre? Çima maqaleyên îdeolojîk û dij-metinger ji edebîyata xwe re wekî bar dibîne?
Bi ya min em di vê mînakê de jî dibînin ku reva ji îdeolojîyan bi xwe îdeolojî ye, heta carna wekî vê minakê komedî ye. Heta dikarim minaka komedîyeke din jî bidim. Bêteorîbûn û bê îdeolojîkbûn carna bela serê estetîka me ye. Dîsa romaneke ji vê ekolê, em dibînin ku qehremanên me bo doza welatî diçe dikeve ber jina subayekî tirkan û doza me kurdan di nav şeqên jinekê de digere. Ne tenê komedî ye ev, di heman demê de trajedî bi xwe ye.
Li alîyê din a rastî Firat Cewerî ji bo berhem û ekola Hawarê xebatên qîmetdar kirine. Him Cewerî him Uzun dixwazin xwedî li mîrasa Hawarê derkevin, her duyan jî li gor xwe derketine jî. Uzun bi xwe jî di nivîsên xwe de gelek qîmetî dide ekol û edebîyata Hawarê. Baş e çima li ser mîrasa Hawarê nesekinîn, çima çiruskên azadîyê yên di edebîyata Hawarê de vemirandin? Gelo muqayeseya her du ekolên edebîyatê dikain çi ji me re bibejin? Îdeolojîya gelemperî, îdeolojîya edebîyatê, îdeolojîya nivîskaran, îdeolojîya estetîkê, îdeolojîya metnê, hetta îdeolojîya qerekterên metna Hawarê çawa bûn û yên ekola Swêde çawa ne?
Min di nivîsê de jî pirsîbû: çima ekola Swêdê li hemberî jinên Kurd ewqas bi hêrs in? Di mijar û muqayeseya qerekterên jinan de dixwazim tenê du mînakan bidim. Yek a çîroka Ber Tevna Mehfûrê ya Celadet Alî Bedirxan de Zîzê û Rindê, yek jî ji çîroka Nuredin Usiv (Zaza) Hevîna Perîxanê. Gelo di navbera Zîzê, Rindê, Perîxan û di navbera Kevok (Mehmet Uzun), Nergisa Koçer (Hesenê Metê) û Dianayê (Firat Cewerî) de bi tenê eleqeyek jî heye? Loma dixwazim pirsa xwe biguherînim, min gotibû çima di edebîyata me de keçên kurdan bi qasî Vera Pavlovna, Ester, Lisa, Alîye xoce nabin? Em vê pirsê dikarin wiha jî biguherînin: çima Kevok, Nergis, Diana, yanê keçên ekola Swêdê bi qasî Zîzê, Rindê û Perîxanê yanê bi qasî keçên ekola Hawarê nabin? Çi guherî?
Piranî bi saya ekola Swêdê edebîyata me, di warê îdeolojîya estetîk û honaksazîyê de, di warê qerekter û tîpan de, di warê islub û bîçimê de teorîya Jameson tesdiq dike. Alegorîyeke ne afirîner, rihekî neazad, estetîkeke bênirx li ser devê edebîyata me runiştîye. Em dikarin wiha jî bipirsin: gelo felsefeya ekola Swêdê heye, li ser kîjan fikr û ramanan ev ekol hatîye avakirin? Mirov dikare vê pirsê gelemperî jî bipirse: gelo felsefeya romanên me heye? Li ser van nîqaşan Zinarê Xamo jî nivîseke balkêş nivisî û bi kurtasî ji me re gotîye çi ekol e çi hal e? Ekola Swêde heye an tuneye nîqaşek cuda ye, lê ji tespîtên Xamo jî em derdixin ku felsefeyeke vê ekolê tuneye. Mirov heyret dimîne ku ji cîh û meskenê Swêdê nivîskarên romana kurdî yên sereke wekî Mehmet Uzun, Hesenê Metê, Firat Cewerî û çend nivîskarên din jê derketine û bê felsefe ye! Çima vê ekolê, wekî Cesaire û hevalên wî nifşek Negrîtude ava nekirîye gelo?
Şertê ewil yê rexneyê
Ya rastî bo min îdeolojî her tişt nîne, feqet pir tişt e. Baş e bo gelên bindest îdeolojî çi ye? Îdeolojî eczaxane ye. Tiştên birînan derman dikin jî tê de hene, tiştên birînan xedar dike jî tê de hene. Bi min heqîqeta esil bindestî ye, bindestîya welat e, koletî ye, azadî ye, wekhevî ye. Îdeolojî eger bikare li ser van heqîqetan tespîtên afirîner bike, rêya azadîyê rava bike qîmetdar e. Heke nebe, pênc qurîşan nayîne.
Shakespeare di berhema Hamletê de digot di qraltîya Danimarkayê de tiştek rizî heye. Bi ya min di îdeolojîya hereketa kurdan de jî, di rexneya îdeolojîya hereketa kurdan de jî wekî Shakespeare gotîye tiştên rizî hene û divê ev realîte were tespîtkirin. Helbet di tekilîya me û îdeolojîyê de, di tekilîya me û rexneyê de tiştên rizyayî jî hene û zêde ne.
Herçiqas Adsay jê hez neke jî Marks di metneke xwe de dibêje “rexneya olî, şertên ewilîn yên hemû rexneyan e”. Yanê hostayê mezin bi me dide zanîn ku heta tu olê rexne nekî, tu nikarî tiştekî din rexne bikî. Terza Adsay jî piçeke dişibe terza Marks. Ew jî bi dengekî domînant ji me re dibêje “rexneya PKKê, şertê ewilîn yê hemû rexneyan e. Yanê bi dengeke zîz dibêje heta hûn tevgera bakur (PKK) rexne nekin, hûn nikarin tiştekî din rexne bikin. Yek, bi min ev terz, ne karê rexnegiran e. Ya diduyan helbet sekneke wiha têra xwe jî “îdeolojîk” e. Di vir de jî em dibînin ku ne tenê hereketa bakur, rexneya tevgera bakur jî jakoben û totalîter e.
Halbûkî herçiqas bi dengekî bilind neyê zimên, herçiqas bi metnê nivîskî nekeve rojevê jî civaka kurdan, civakeke rexneyê ye. Bi ya min pir kes wekî qehremanên romana Achebe tevdigerin, helbet dibînin kêmasî û xeletîyan, lê dîsa jî wiha difikirin: “ger rovî ketibe pûnikê, suçê mezin yê rovî ye, ne yên mirîşkên qîrîn pê ketî ye”.
Li alîyê din Adsay bi mafdarî dipirse: Çima di dîroka me ya heftê salên dawî de ku giranîya wê bêtir li ser fikra sosyalîzm û çepgirîyê bû, sosyalîstekî kurd bi qasî Berl Katznelsonê Israîlê nabe? Çima neteweperwerîya me bi qasî sîyonîzma Berl Katznelsonê sosyalîst, rêbazeke me ya resen mîna ya Gandî çênebû/çênabe?
Belê rast e, heta anha divê teorîzasyona micadeleya me bihata kirin. Qet nebe wekî ekola madunîyetê, qet nebe wekî ekola Amerikaya Latinî divê teorîyeke me hebûya. Şerif Mardin gava behsa Marksîstên tirkan dike, dibêje li ser rûyê dinyayê yên li literatura Marksîzmê tişt zêde nekirîye tenê çepgirên tirkan e. Gava em bi vî çavî li teorîya micadeleya xwe binêrin em jî dikarin bêjin micadeleya me ne tiştek li ser teorîya kolonyalizmê zêde kirîye, ne jî li ser teorîya sosyalizmê tiştek zêde kirîye. Feqet dîsa jî teorîya Rojava û ya “jin jîyan azadî”yê di vî warî de hêvîyên nû dide me.
Adsay pirsîye û gotîye gelo em dikarin bifikirin, min jî lê zivirand û dibêjim, belê helbet, jixwe yek fikirandin ma ye di destê me de. Feqet ev jî heye ku gava ketim nava rexneya edebîyatê pirê caran xwe wekî pirîreşkan hîs dikim. Gelo dibe ku rexneya edebîyatê pirîreşkî bi xwe be? Em jî pirîreşk bin? Pirîreşk bihok e, birînên vekirî dimije, li ser birînan heyata xwe dimeşîne, ji birîn û nexweşîyan rih digire.
Ya rastî em ji tecrubeyên dinyaya bindest jî dizanin gava sîyaset ji rêya azadîyê dûr dikeve, gava sazîyên sîyasetê rola xwe nelehîze zivirandina edebîyatê afirîner e. Teorî û rexneya edebîyatê dikare vê krîza bêbinî terîf bike, tesnîf bike û rêyên nû bike bîra sîyasetê. Ez bi xwe jî wisa difikirim. Careke Eagleton gotibû, wezîfeya rexneyê ew e ku rêya xitimandî ya di navbera metn û xwendayan de veke. Em jî dikarin lê zêde bikin: gelo rexneya edebîyatê rêya xitimandî ya teorîya gelê bindest dikare veke?
Di kitêba Dostoyevski ya Ecciniler de qerekterên Dostoyevski behsa îmtihaneke giran dikin. Ji hev dipirsin, dibêjin, ger Îsa pêxember li alîyeke be, heqîqet li alîyeke be, tu yê kîjan tercîh bikî? Lê em, em kîjanê tercih dikin? Ma nabe em nikarin Îsa û heqîqetê di bedenekî de bigihînin hev û bikin yek?
Çavkanî:
- https://botantimes.com/firat-ceweri-heqiqeta-romane-u-ekola-swede/
- http://blog.kovarazarema.com/kemasiyen-ekola-swede-ji-me-re-ci-dibeje/
- Veysel Başçı, Şeyh Rıza Talabani ve Türkçe Şiirleri, weş. Avesta
- Terry Eagleton, İdeoloji, weş. Ayrıntı
- Ji Engels, Kautsky re name, bnr : Karl Marx- Friedrich Engels, Seçme Mektuplar, weş. Evrensel Basım Yayın.
- Bnr: Fırat Aydınkaya, Notên Li ser Anti-Kolonyalîzma Kurdan, https://read.dukeupress.edu/south-atlantic-quarterly/article-abstract/123/4/848/388719/The-Return-of-the-Oppressed-Notes-on-Kurdish-Anti
- Ereb Şemo, Jîyana Bextewar, weşanên Deng
- Frantz Fanon, Yabancılaşma ve Özgürlük Üzerine Yazılar, r. 278-280, weş Sel
- Dipesh Chakrabarty, Avrupa’yı Taşralaştırmak, weş Dergah
- Ömer Güneş- İbrahim Şahin, Şakiro, weş. Nûbîhar
- F. Dostoyevski, Stepançikovo Köyü, weş. İş Bankasi
- Bo daxistina kitêbê: https://www.kurdipedia.org/files/books/2014/69680.PDF?ver=130538847970000000
- Xurşît Mîrzengî, Belqitî, weş. Nûbîhar
- Celadet Ali Bedirxan, Hawar, 3 Tirmeh 1932, Hejmara 4
- Nuredîn Usiv, Hawar, 1941
- Zinarê Xamo, https://zinarexamo.blogspot.com/2025/04/firat-aydinkaya-li-ser-romana-firat.html
- Ji bo vê peyva watedar ji Ekrem Malbat re gelek spas dikim.
- Terry Eagleton, Eleştiri ve İdeoloji, weş. İletişim
- F. Dostoyevski, Ecciniler, weş. İş Bankası
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.