Rastî tûj e, tehl e, carnan pîs û xerab e. Mirov bi saya helbestê ji nav lepên rastîyê difilite û bi saya îmajan di paxila xeyalan da laş û gîyanê xwe guhdar dike. Helbesta biîmaj, mirovan ji rastîyên jîyanê dûr dixe. Şûna rastîyên jîyanê kêlîyeke kin be jî mirov bi xeyalên helbesta biîmaj rûbirû dimîne û bi wê rastîya cîhana derewîn xwe aş dike û aram dibe.
***
Rastî, pirsgirêka sereke ya poetîkayê ye. Hetta em dikarin bibêjin ku poetîkaya hunermendekî nêrîna wî ya li rastîyê dîyar dike. Lewra ji rabirdûyê û vir ve rastî bûye pirsgirêka sereke ya poetîkayê. Li gorî Platon, rastî li dinyaya îdeayê ye. Di kaînatê da, tiştên em bi pênc sehên xwe hîs dikin, rûdana wan tiştan e. Kopyaya wan in. Helbestvan, ne bi rastîyên li dinyaya îdeayan, bi kopyayên wan ra rûbirû dimîne. Loma wan teqlîd dike. Bi ser da jî tiştên teqlîd dikin ne rastî bixwe ne. Tiştên ku teqlîd dikin, kopyaya rastîyê ne. (Karaca, 2005: 245-246).
Ji sedsala 19emîn û vir ve hunermendan li hemberî rastîya xwezayê serî rakirîye. Serîrakirinê, berê bi deformasyonê dest pê kirîye. Her çûye huner ji xwezayê qetîyaye. Herî dawî armanc kirîye ku rastîya xwe biafirîne (2005: 247). Rastîya helbestê bi îmajan tê zeftkirin. Rastîyên xwezayê dibin îmaj û derdikevin pêşberî me. (Ergüven, 2003: 25). Helbest ji her tiştî zêdetir rengvedana jîyana rasteqîn e. Rastîyan, ne bi hemû tûjîya wan, bi awayekî vebêyînî bi xwendevanan ra dide bihîstin. (2003: 55). Dema hozan helbesta xwe ava dike, dinivîse, dibe dildarê rewşa ku hîs dike. Di risteyên xwe da berîya her tiştî cih dide van hestan. Qîmetekî taybet dide hestên ku bi carekê lê dicivin. Ji alîyekî ve vebêyînên jîyana rasteqîn, ji alîyê din ve xeyalxaneya helbestvanî bi hev ra ewqas dikelijin ku rastî li cihekî xwe asê bibe jî dîsa jî rastîya xwe ya cewherî winda nake ( 2003: 153).
“Rastî qedexe ye. Ji jîyana me heta hetayê sirgûn bûye. Derfeta gehiştina heqîqetê tune. Derew, ji bo jîyana mirovan pêwîst e. Ji bo ku mirov bikare jîyana xwe ya bîyolojîk bidomîne mecbûr e derewan bike. Mirov homo mendox e.” (İnam, 2004: 23). Wênesazê navdar Pablo Pîcasso (1881-1973) îdîa dike ku helbest derewek e, rastîyê fêrî mirovan dike. (Çolak, 2011: 43).
Ahmet Haşim dibêje ku heke xewê wekî dijjehrekê bandor li ser şevê nekira, bi dîtin û bihîstina tiştên di nava tarîyê da mirovî dikarî eqlê xwe winda bikira. (Haşim, 1986: 171). Rastî tûj e, tehl e, carnan pîs û xerab e. Mirov bi saya helbestê ji nav lepên rastîyê difilite û bi saya îmajan di paxila xeyalan da laş û gîyanê xwe guhdar dike. Helbesta biîmaj, mirovan ji rastîyên jîyanê dûr dixe. Şûna rastîyên jîyanê kêlîyeke kin be jî mirov bi xeyalên helbesta biîmaj rûbirû dimîne û bi wê rastîya cîhana derewîn xwe aş dike û aram dibe.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Helbestvan, rastîyê wekî rastîyê hetta ji rastîyê hîn rasttir, bi tamtir, xweşiktir, nexweşiktir, bi coştir, sadetir, tevlihevtir û ronîtir nîşan dide. (Süreya, 1992:177). Helbest, bi rastîyê ra eleqedar dibe, rastîyê dişixulîne, wê bilind dike lê “divê nebe xwînmijê rastîyê.” Di helbestê da cihê rastîyê heye, lê di pênaseya wê da nîne. (Süreya, 2000, 279). Divê têkilîya helbesta razber bi rastîyê ra çi be, sînorên wê heta ku dikarin herin? Wekî wêneyên razber helbesteke razber jî dikare çêbibe. Tiştê ne qewime tune. Divê ji bîr nebe ku wêne, wêne ye; helbest jî helbest e, lê divê ji bîr nebe ku peyv parçeyên herî biçuk ên rastîyê ne. (Süreya, 2002: 193).
Helbestvanê Tirk Oktay Rifat dibêje ku “Li gorî min dîmenê helbesta nû, wekî dîmenê resmê nû ji keda jinûve avakirina rastîyê; ji keda avakirina rastîyeke nû ya hunerê diwelide. (Rifat, 1992: 130). Di peywenda hunerê da îmaj, tevgereke hişê mirovan e ku rastîya objektîf, wekî rengvedaneke bedew derdixe pêşberî me. Ev rengvedan dibe ku ne rast be jî, lê çiqas estetîk be ewqas jî poetîk dibe. Îmaj jî hîn bi hêztir û bi xemiltir dibe.
“Dustûra helbestê bêrîkirina mirov a xweşikbûneke bilind e. Ev dustûr, di coşekê da, di fûrandineke ruhî da xwe nîşan dide. Ev coşî, ji derveyî heqîqetê ye ku mejî distirê.” (Kula, 2002: 18). Armanca hunerê ya sereke bidestxistina bedewîyeke nûwaze ye. Ev bedewî di her cureyên hunerê da bi awayekî tê zeftkirin.
Di hunera helbestê da bi mecaz û îstiareyê yan jî bi teşxîs û tewrîyeyê ev yek derdikevin holê. Helbest, bi bêjeyan li dinyayê dinêre û bi bêjeyan ji xwe ra dinyayeke nû ava dike. Rastîya vê dinyaya nû, di ser rastîya tiştan ra ye. Ev rastî, rastîyeke ziman e ku qayişê bi rastîya tiştan ra dikişîne. Helbestvan, bixwaze nexwaze wê rastîyê xerab dike. Ev pêwîstî ya xwezaya helbestê ye. Helbest, çiqas rastîya tiştan xerab bike, ewqas dikare hebe. (Altıok, 2003: 19) Dema ku di rastîyê da nayê dubarekirin, di her xwendina helbestê da ji alîyê xwendevanan ve tê dubarekirin û ji nû ve tê herikandin. ( 2003: 46)
“Helbest, bikare rastîyê ji çapamenîyê, ji sîyasetê û ji jîyana rojane terk bike wê bikare vekişe nav nivîna xwe ya xwezayî û biherike. Bê şik nivîna helbestê ya xwezayî utopya ye. (Telli, 2001: 34). Ango îdeaya di mejîyê helbestvanan da ye ku helbest ji bo wê îdeayê dibe amûrek di destê helbestvanan da. Helbestvan her tim hesreta dilê xwe, xewn û xeyalên xwe li teşîya gotinê dirêse.
“Êdî tu kes qîmetî nade hestîyarîya erzan. Êdî hest û ramanên bi awayekî hunerî tên gotin, bi qîmet in. Bi qafîye ye yan bê qafîye ye, ev ferq nake. Îro ji bo ku mirov di helbestê da serkeftî bibe, tenê qabilîyet têra nake. Divê mirov bikare ruhê serdemê bixwîne. Ji îro û pê ve helbestvan nikare di dinyaya xewnan de bijî. Helbestvan êdî bûye hemwelatîyê dewleta rastîyê ya serdema xwe. Divê hemû rabirdû di helbestvanan da bijîn. (İnce, 2001: 73) “Rastî ne tenê ew tişt in ku em dibihîzin, di heman demê da ew tişt in ku em dikarin xeyal bikin û hestên fantastîk jî rastî ne. (2001: 37)
Herçiqas hebûna şênber a wan tiştên fantastîk tunebe jî, ew tişt di mêjîyê helbestvan û xwendevanan da xwedî rastîyekê ne. Ev rastî, razber be jî dikare dîkikê hest û kelecanê bikişîne û rastîyeke xeyalî saz bike. Ev raman, bendên ji kevir û sitirîyên di navbera îmajan da ne û rastîyê ji binî ve radike. Xeftanê xeyalê, li laşê rastîyê dike.
Binyada îmajekê rastî ye. Ev normal e. Lewra huner ji serdemên herî kevn û vir ve zimanekî taybet e ku mirovahî pê diaxive. Çawa ku heta hemberê wê tunebe bêjeyek nabe bêje, hunera rasteqîn jî, îmajekê nikare bi awayekî objektîf ji têkilîya wê û rastîyê tazî bike. (2001: 53) Her îmaj, di peywenda xwe ya helbestkî da bi rastîyê ra têkildar e. Ne destê rastîyê ji îmajê dibe û ne jî îmaj bêyî rastîyê dikare bibêje ez heme.
Îmaja herî rasteqîn be jî taybetmendîyên afirînerîya xwe hildigire. Herçiqas hebandina “Îmaj tiştekî xweser e” zor be jî pêwîst e. Divê îmaj bi modela wê neyê tevlîhevkirin. Wekî mînak qertpostala Ayasofyayê, ne Ayasofya bixwe, qertpostala çavkanîya îmajê temsîl dike. (Yücel, 2013: 18). Îmaj, erka nîşaneyê digire ser xwe. Ji bo nîşaneyek, karîger be û bikare peyamekê bide ragihandin, divê çend wesfên hilgir hebin. Divê berî her tiştî dokûmenter be. (2013: 21).
Bi derketina îmajê ya ser naverokê, îmaj derbasî şûna wê dibe yan jî li pêşîya wateyê tê û bi wî awayî girêdana rastîyê û îmajê tê sistkirin an jî qutkirin. Îmajên bangewazîyên wan yên dûr an jî dijber saz dibin. (Bezirci, 1986: 26-27). Hemû pirsgirêkên mijara îmajê derin û tên vedigerin têkilî yan jî dijberîya îmaj û rastîyê. (Yücel, 2013: 66).
Her helbestvan li dinyayê dijî û bixwaze nexwaze di jîyana xwe ya rojane da bi rastîyê ra rûbirû dimîne. Çiqas bibêje ez ji rastîya jîyanê direvim û xwe li xeyalan digirim, xwe diavêjim bextê fantazyayê jî dîsa çavkanîya helbestê, ji rastîyê dizê û bi îmajan helbest dikemile, diedile û dibe strana hest û ramanan.
Çavkanî
Altıok, Metin, Şiirin İlk Atlası, YKY, İstanbul, 2003.
Bezirci, Asım, İkinci Yeni Olayı, Su Yayınları, 2. Basım, İstanbul, 1986.
Çolak, Veysel Şiiir Nedir ve Nasıl Yazılır ,İkaros Yayınları, İstanbul, 2011.
Ergüven, Abdullah Rıza, Şiirin Gerçeği Toplumdaki Yeri, Berfin Yayınları, İstanbul, 2003.
Haşim, Ahmed, Bize Göre, Gurabahane-i Laklakan, Frankfurt Seyahatnamesi, MEB, İstanbul, 1986.
İnce, Özdemir Şiir ve Gerçeklik, Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları, İstanbul, 2001.
Karaca, Alâattin İkinci Yeni Poetikası, Hece Yayınları, Ankara, 2005.
Kula, Nedim, XIX. Yüzyıl Fransız Şiiri Üzerine İncelemeler, T.C. Kültür Bakanlığı Yay., Ankara, 2002.
Rifat, Oktay, Şiir Konuşması, Adam Yayınları, İstanbul, 1992.
Salihoğlu, Hüseyin, 20. Yüzyıl Edebiyat Sanatı, İmge Kitabevi, Ankara, 1995.
Süreya, Cemal, Güvercin Curnatası, YKY, İstanbul, 2002.
Süreya, Cemal, Toplu Yazılar, YKY, İstanbul, 2000.
Süreya, Cemal, Uzat Saçlarını Frigya, Yön Yayınları, İstanbul, 1992.
Telli, Ahmet, Sulara mı Yazıldı, Telos Yayıncılık, İstanbul, 2001.
Yücel, Halime, İmgeden Yoruma, Ayrıntı Yayınları, 2013.
- Sala1984an li Mêrdînê hatîye dinyayê. Perwerdeya xwe ya lîsansê sala 2004an, di beşa Ziman û Edebîyata Tirkî da li Zanîngeha Dîcleyê bi yekemînî temam kirîye û mastera xwe jî di beşa Ziman û çanda Kurdî da li Zanîngeha Mardîn Artûklûyê li ser "Îmajên Helbesta Kurdî ya Modern" sala 2016an temam kirîye. Sala 2024an li Zanîngeha Dîcleyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî da teza xwe ya doktorayê li ser "Rexneyên di Romana Kurdî ya Dîyasporayê" da parastîye û pileya doktorayê wergirtîye. Salên 2007 û 2009an, di televîzyoneke taybet da bi navê Düşlerin Beşiği" û "Okuyan Us" du salan bernameyên hefteyî yên çand û hunerî amade û pêşkêş kirine. Heta aniha sê kitêbên wî çap bûne. Gelek helbest, nivîs û gotarên wî di rojname û kovaran da derçûne. 20 sal in li Dîyarbekirê mamostetîya Ziman û Edebîyata Tirkî dike.
Weşanên dawiyê
- Nivîskar13/08/2024Qeyîkên Behra Hibrê
- Nivîskar06/08/2024Romana Kurdî û Netewe
- Nivîskar16/07/2024Sêdareya Asîmîlasyonê
- Nivîskar06/07/2024Konçertoya Demsalan