ÎHDyê di derbarê mîtînga 8ê Adarê ya roja jinan de raporek weşandiye

ÎHDyê di derbarê mîtînga 8ê Adarê ya roja jinan de raporek weşandiye
ÎHDyê di derbarê mîtînga 8ê Adarê ya roja jinan de raporek weşandiye
Vahdet Uçar
  • 17 Mart 2022 08:43

Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHDya ya Amedê çavdêrî li mîtînga 8ê Adarê ya roja jinan kirine û di derbarê wê mîtîngê û binpêkirina mafan de raportek weşandiye. Komîsyona Jinan diyar kiriye ku wan ji bo çavdêrî û tespîtkirina binpêkirina mafan di mîtîngê de kes wezîfedar kirine û di derbarê binpêkirina mafan de raporek amade kirine. Komîsyonê aşkere kiriye ku wê rojê gelek maf hatine binpêkirin û bi rêya vê raporê daxwazên xwe jî anîne ziman.

Gotine; “Divê zextên sîstematîk ên li dijî aktîvîstên jin bi dawî bibin.” Lewra li gor rapora komîsyonê polîsan bi zanebûn zext û tundî li jinan kirine wê rojê.

Di raporê de binpêkirinên mafan bi kurtasî wiha hatine rêzkirin:  

  • “Bi hinceta ku “kinc” di wan de hene di bin navê lêgerîna “bihûrgulî” de solên jinan hatine kontrolkirin.  
  • Ji ber astengiyên polisan mitînga ku diviya saet di 12.00’an de dest pê bikira saet di 14.30’an de dest pê kiriye.   
  • Bi 3 nuqteyên legerînê ku navbera wan tenê 300 metre bûye lêgerîn hatiye dubarekirin û bûye hêmana mehmeleya xerab û zextê.  
  • Ji ber ku li dijî lêgerîna sola xwe derketiye polisan hewl daye atlêtê wê jê bigirin û gelek jin bi hinceta lêgerînê bi destan hatine tacîzkirin.   
  • Polisan nexwestine li ser kesên LGBTQ+ lêgerînê pêk bînin û wan di cîhazên X-ray re derbas kirine.  
  • Polisan pênûsên ku KESK’ê ji bo 8’ê Adarê bi logoya TJA’yê amade kiriye nexistine qadê.  
  • Polisan pitikên 3-4 salî jî di lêgerînê re derbas kiriye.  
  • Di mitîngê de polisan destê 4 jin û 3 zilaman bi pişt ve kelemçe kiriye û binçav kiriye û piştre berdaye. 
  • Piştî mitîngê polisan solîsteke jin a Ma Muzîkê pêşkêşvanekê binçav kirine. Sûcdariya “rêzgirtin û propagandaya rêxistinê” li pêşkêşvanê hatiye kirin.  
  • Demeke dirêj flama û pankart yek bi yek hatine kontrolkirin û hinek ji wan jî bi hinceta qedexeyê nekirine qada mitîngê.  
  • Polisan ji jinên ku xwestine bi kortejê bikevin qada mîtingê re qorîdor venekirine, mehemelya xerab li wan kirine û bi gaza îsotê êrişê wan kirine.” 

Di dawiya raporê de hat pêşniyarkirin ku li gorî rûmet û mafê mirovan mafê xwepêşandan û meşê bê bikaranîn, şertên ku komîteya amadekar ji emniyetê re ragihandiye her du alî jî li cem xwe bigirin, mudaxaleya kêfî neyê kirin, zextên sîstematîk ên di salên dawîn de li ser aktîvîstan zêde bûne bên bidawîkirin.