IHDyê derbarê binpêkirinên hilbijartinê da raporek belav kir

31/03/2024

Komeleya Mafên Mirovan (IHD) rapora Binpêkirinên Hilbijartinên Rêveberîyên Herêmî yên 31ê Adara 2024an (rapora nîvekê) belav kir. Rapor bi awayekî nivîskî li ser malpera IHDyê hatîye weşandin. Li gorî raporê wan li 22 bajaran çavdêrên hilbijartinê erkdar kirine.

Li 22 bajaran kom hatine erkdarkirin ji bo şopandina hilbijartinê. Ew kom hatine astengkirin ji alîyê hêzên ewlehîyê ve.

Li navenda Sêrtê 8 kes, li Agiriyê 7 kes, li Gevera Colemêrgê 5 kes, li Mêrsînê 14 kes û li Wanê komeka serbixwe ya ji 46 kesan pêk tê ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatin astengkirin û bi tu awayî nehêlane ew çavdêrîyên xwe bikin. Hêzên ewlekarîyê yên wanê ji şandeya wan re gotine ku li ser biryara walîtîyê destûr nehatîya dayîn.

Şirnex

Parlamenterên DEM Partîyê û muşahîdan bertek nîşan dan, bi sedema ku di sindoqa 5950 ya li Dibistana Seretayî ya Tumgeneral Omer Keçecîgîl tu hilbijêrên sivîl tune ne. 

Cizîr

Namzetê AKPyê êrişî peywîrdarê sindoqê yê Partîya İyiyê kir û gengeşî derket. 

Di berdewamîya raporê da bajarên ku pirsgirêk lê derketine hatine rêzkirin.

Ji bo raporê bitikîne.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Biden û Trump li ser agirbesta Xezeyê li hev kirine – Peter Baker/The New York Times

Li gor çavkanîyan, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê hilbijartî Donald Trump

Basketbola Jinan: Şampîyona Amedê Oz Kayapinar Spor e!

Tîma basketbolê ya Şaredariya Kayapinarê ya Amedê, Oz Kayapinar Spor di sezona

Çend têbînî derbarê ‘Qesra Nifiran’ de

Îsmaîl Dîndar Nivîskarê rus ê bi navûdeng, Şolohov, derbarê hunerê de weha