İHD: Kurdî û Çanda Kurdî nabe ku krîmînalîze bibe

24/09/2024

Komeleya mafên Mirovan ya Amedê İHDyê daxuyanîyek da derbarê biserdegirtinên sazî û dezgehên kurdî da.

Ew dibêjin hûn nikarin kurdî û çanda kurdî krimînalîze bikin.

“24ê Îlona 2024an, îro serê sibê, ji alîyê Serdozgerîya Amedê ve, di çarçoveya lêpirsînekê da, polîsan bi ser Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Payîz Pirtûkê da girt. Rêvebirên Payîz Pirtûkê û sazîyê û gelek kes din hatine desteserkirin. Di vê lêpirsêna berbehs da biryar hatîye dayîn ku nepenî be û herwiha hevdîtinên parêzeran jî qedexe ne ku ev yek bo meqamên darazê û hêzên emnî êdî bûye rûtînek.

Sazî hene ku ji avabûna xwe heta niha li herêmê xizmeta kurdî û çanda kurdî dikin, em zext û zordarîyên li ser van sazîyan qebûl nakin. Taleba me ew e ku kesên hatine desteserkirin demildest bêne berdan.”


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Bikaranîna kurdî wekî zimanê perwerdeyê: Nirxandineke zimanî, perwerdeyî û sosyopolîtîk

Weşana paşê

Gazze: RSF di salekê da cara çaran e şikayeta xwe bo Mehkemeya Cezayên Navnetewî dike ji bo sûcên li Gazzeyê li rojnamegeran têne kirin

Te hay ji vê heye?