Îdianameya 16 rojnamegerên girtî amade bûye

Îdianameya 16 rojnamegerên girtî amade bûye
Îdianameya 16 rojnamegerên girtî amade bûye
Botan Times
  • 29 Mart 2023 08:45

Serdozgeriya Komarî ya Amedê lêpirsîna li ser 22 kesan lêpirsînek temam kiriye.

20 ji wan rojnameger in.

Serdozgeriyê piştî girtina 22 kesan bi daxwaza dayina cezayê mehkumkirinê yê 9 meh û 10 rojan îdiname amade kiriye.

Di 8ê Hezîrana 2022yan da polîsan 16 rojnameger û xebatkarên medyayê desteser kiribûn. Piştî pêvajoya desteserkirinê, ev 16 kes di 16ê Hezîranê de hatibûn girtin.

Lêpirsîn ji bo 20 jê rojnameger 22 kesan hatibû kirin. Di nava wan de aşpêjek û kesekî/e ku rojnamegeran hevpeyvîn pê re kiriye jî hebû.

Dozgeriyê îdianame şandiye Dadgeha 4an a Amedê ya Cezayê Giran. Ji ber ku di lêpirsînê de biryara nepenitiyê heye hûrgiliyên îdianameyê niha nayên zanîn.

Dadgeh di nava 15 rojan de wê biryarê bide ku îdianameyê qebûl bike yan na.

Rojnamegerên ku hatibûn girtin ev in:

Hevserokê Komeleya Rojnamegeran ê Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWSê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWSê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin û Îhsan Ergulen.

Çavkanî /bîanetKurdî