îdia: Ji ber lîstika Mem û Zînê midûrê IBByê ji kare xwe hatiye avêtin

Midûrê Giştî yê Hunerê yê Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin a Stenbolê (IBB) Mehmet Ergen, piştî lîstika Mem û Zînê ra got “erê kir” ji karê xwe hatiye derêxistin. Li gor nûçeya Ferhat Yaşar a di GazeteDuvarê de hatî weşandin hat îdiakirin ku Midûriyeta Giştî ya Hunerê ya Şanoyên Bajêr a Stenbolê piştî ji karê xwe hatî […]

îdia: Ji ber lîstika Mem û Zînê midûrê IBByê ji kare xwe hatiye avêtin
îdia: Ji ber lîstika Mem û Zînê midûrê IBByê ji kare xwe hatiye avêtin
Botan Times
  • 14 Ocak 2023 11:55

Midûrê Giştî yê Hunerê yê Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin a Stenbolê (IBB) Mehmet Ergen, piştî lîstika Mem û Zînê ra got “erê kir” ji karê xwe hatiye derêxistin.

Li gor nûçeya Ferhat Yaşar a di GazeteDuvarê de hatî weşandin hat îdiakirin ku Midûriyeta Giştî ya Hunerê ya Şanoyên Bajêr a Stenbolê piştî ji karê xwe hatî derêxistin li ser lîstikê ambargo hatiye danîn.

Nivîskarê lîstikê Cuma Boynukara di di îlona 2021an  de serî li Şanoyên Bajarê Stenbolê dabû.

Piştî mehekê di Mehmet Ergen, Cuma Boynukara û Hunermendê Şanoyê Ayşe Emel Mesçî hatin cem hev, di civîna erênî de, kasta bingehîn hate avakirin.

Lîstika pêşiyê hatibû qebûlkirin, piştî Mehmet Ergen ji kar hatî avêtin, neket repertuwarê.

ÎBBê sedema ku lîstik di çima repertuwarê de cih negirtiye eşkere nekiririye.